Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand 2018-12-18 09:21:41   AMED - Dozgeriyê xwest 15 sal ceza li Hevseroka HDP'a Farqînê ya berê Hulya Bîçen bê birîn. Di mîtînga hatibû lidarxistin de hin alîgirên partiyê pev çûbûn û li ser vê Bîçen gazî kesên pevçûbûn kiribûn. Dozgeriyê ev yek wekî "gazîkirina ji bo dadgeha gel" nirxand û doz li Bîçenê vekir.    Di 9'ê Cotmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve 152 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatin binçavkirin 26 jê hatin girtin. Ji kesên hatin girtin yek jê jî Hevseroka HDP'a Farqîna Amedê ya berê Hulya Bîçen e. Serdozgeriyê îdianameya der barê Bîçenê de Amedê kir û Dadgeha Cezayê Giran a 10'an jî îdianame qebûl kir.    Peyamên agahdarîkirinê yên der barê definkirina cenazeyan ên partiya Bîçenê lê dixebitî dişandin û ji Bîçenê re jî diçûn, di îdianameyê de wekî "delîla endamtiya rêxistinê" hatin nirxandin.    Her wiha axaftinên Bîçenê yên bi rêya telefonê bi rêvebirên partiya navçeyê re çêkirina jî delîl hatin hesibandin. Di hevdîtina telefonê de rêvebirê HDP'î der barê bûyereke nediyar de xwestiye rapor bê nivîsandin, lê belê ev yek di îdianameyê de wekî "rapora ji bo fealiyetên rêxistinê" hat nirxandin.    Her wiha di mîtîngeke partiyê de 2 kes pevçûbûn û hevdu kêr kiribûn. Li ser vê Bîçenê bi telefonê xwest kesên pev çûne bên avahiya partiyê ya navçeyê. Lê belê di îdianameyê de ev yek wekî "darizandina li dadgeha KCK'ê", "gazîkirina ji bo dadgeha gel" hat nirxandin.    Bîçenê tiştên pê tê tawanbarkirin red kir.    Di îdianameyê de Bîçen bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin û tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn.