Rojnameya Evrenselê: Paşê em ê dîsa hejmara rûpelan zêde bikin 2018-12-18 09:19:23 STENBOL -  Derhênerê weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, diyar kir ku ji ber kaxez û pirsgirêka darayî wan hejmara rûpelên rojnameya xwe daxistiye 12 rûpelan û got: "Em ê heta demekê wisa dewam bikin, lê belê dû re em ê dîsa hejmara rûpelên rojnameyê bikin 16."  Ji ber krîza aborî, zêdebûna maliyetê û cezayên pereyî yên tên birîn Rojnameya Evrenselê hejmara rûpelên xwe ji 16'an daxist 12 rûpelan. Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, destnîşan kir ku wan ji ber bihabûna fiyetên kaxezê û cezayên pereyî yên li wan tên birîn hejmara rûpelên rojnameyê kêm kiriye. Polat, diyar kir ku pêşî ew fikirîne "gelo fiyetê rojnameyê biha bikin an hejmara rûpelan kêm bikin?" û got: "Lê belê nanê mirovan biçûk bûye. Îjar wexta me fiyet biha bikirana wê ji bo xwîneran zehmet bûna. Loma me hejmara rûpelan kêm kir. Dû re em ê dîsa hejmara rûpelên rojnameyê bikin 16 e. Lê belê em ê heta wextekê wisa dewam bikin."    'JI BER NEBÛNA HILBERANDINA KAXEZÊN XWECIHÎ...'    Polat, destnîşan kir ku ji ber TL li ber dowîzan bêqîmet dibe her tişt tê zemkirin û ev yek bandorê li fiyetê kaxezê jî dike. Polat got: "Ji ber kaxez pir nayê hilberandin, fiyet biha bûn. Hin rojnameyên herêmî û netewî hatin girtin. Gelek jê jî dev ji weşandina pêvekên xwe berdan. Me jî heta ji destê me hat me li ber xwe da. Hin rojnameyan jî fiyet biha kir, lê me fiyetê rojnameya xwe biha nekir."    CEZAYÊN PEREYΠ   Her wiha Polat, anî ziman ku tevî bihabûna fiyetê kaxezê, cezayên pereyî yên ji ber nûçeyên wan li wan tên birîn jî bandor li vê yekê kiriye û got: "Bi ser de jî cezayên pereyî li ser hevdu tên birîn. Loma ji ber vê jî me hejmara rûpelan kêm kir. Xwedîderketin û piştevaniya xwînerên me ji bo me pir girîng e."    'NE HEWCE YE MIROV REŞBÎN BIBE'    Polat, destnîşan kir ku saziyên çapemeniyê yên di warê kaxez û darayî de dewlet destekê nade wan bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got: "Wê bandora vê yekê dewam bike. Hikûmet bi bacên gel budçeyê çêdike. Diviya hem di warê kaxezan de hem jî di warê kaxeza xwecihî de hin gav bihatana avêtin. Di vî warî de rêxistinên pîşeyî tev geriyan, bang kirin. Saziya Îlanê ya Çepemniyê ji bo rojnameyan rihet bike fiyetê îlanan zêde kir, lê dîsa jî nehat kirin."    Lê belê Polat, bilêv kir ku dîsa jî çi dibe bila bibe divê mirov reşbîn nebe û got: "Divê mirov bi vî awayî nêz nebe; rojnameyên sermaye ne li pişta wan e wê bên girtin. Ji bo nrixandineke wisa hîn pir zû ye. Me jî dikaribû fiyetê rojnameyê biha bike, lê me nexwest. Loma me hejmara rûpelên xwe kêm kir. Em naxwazin ev bibe cihê bêmoraliyê."    Her wiha Polat diyar kir ku ji bo ew naveroka nûçeyên xwe xurt bikin tev digerin û got: "Rûyê navberê yê malpera me ya înternetê guherî. Û em ê piştî wextekê dîsa hewl bidin hejmara rûpelên xwe bikin 16."    MA / Yasin Kobulan