Rojnameger Evren jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir 2018-12-17 16:59:54   AMED - Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan li girtîgehên herêman û Tirkiyeyê 30 girtiyan do dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Rojnemeger Kibriye Evren û her du jinên bi navê Elif Kaya û Hilal Olmez jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Guven di roja 40'emîn de didome. Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Rojnemeger Kibriye Evren û her du jinên bi navê Elîf Kaya û Hîlal Olmez ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.    Girtiyan diyar kir ku tenê daxwaza wan ew e tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotin heke tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiya xwe bidomînin.