Dermankirina girtiyê nexweş Kemal Ozelmali didome 2018-12-17 16:05:44   EDENE – Dermankirina girtiyê nexweşîna Wernicke Korsakoff Kemal Ozelmali ji 7ê kanûnê ve li nexweşxaneyê didome.    Girtiyê nexweşîna Wernicke Korsakoff Kemal Ozelmali yê li Girtîgeha Tîpa F a ya Kurkçulera Edeneyê tê ragirtin tevî ku rapora wî ya “nikare di hepsê de bimîne” jî nayê berdan. Ozelmali bi daxwaza bê berdan di 27’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.    Ozelmali di roja 72’yemîn a çalakiya xwe de rewşa wî nebaş bû û ew di 7’ê kanûnê de rakiribûn nexweşxaneyê. Rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtiyên Hikumxwarî ya Çukurovayê der barê rewşa Ozelamli de agahî da û diyar kir ku Ozelmali li qawîşa girtiyan a Nexweşxaneya Bajarê Edeneyê tê dermankirin û rewşa wî baş e.