‘Azadiya jinên kurd bi azadiya Ocalan pêkan e’ 2017-10-31 11:13:55 AMED – Jinên kurd, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li rola jinê ya di civakê de dike û wiha gotin: “Azadiya jinên kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”  Şik û gumanên der barê şert û mercên ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan de her diçe zêdetir dibin. Jinên kurd, dest nîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan bandorê li tevahiya civakê dike.   ‘ZÊDEBÛNA ÊRÎŞAN TÊKILDARÎ TECRÎDÊ YE’    Hevseroka Dêrgulê Ozlem Kutlu, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got ku spekulasyonên ku di demên dawî de li ser medyaya civakî hatine parvekirin şik û guman li civakê peyda kirine. Kutlu, anî ziman ku bi salan e bi polîtîkayên tecrîdê û di şexsê Ocalan de tunekirina gelê kurd tê xwestin. Kutlu, got ku êrîşên di demên dawî de li hemberî nirxên civakê pêk tên têkildarî tecrîdê ne.    Kutlu, diyar kir ku tecrîd sûc e û wiha axivî: “Îro li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê sûc tê kirin. Em tenê wek Ocalan rêberê gelekî ye li meseleyê nanêrin. Di heman demê de em wek meseleyeke însanî jî esas digirin. Mafên sereke yên mirovekî ji dest hatine girtin.” Kutlu, got ku sebra gelê kurd nemaye û wiha axivî: “Divê baş zanibin ev yek wisa nameşe. Divê demildest dawî li tecrîdê bînin. Divê mafên sereke yên însanî bi cih bên.”    ‘TECRÎD BANDORÊ LI SER JINÊ DIKE’    Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr a Sêrtê Hatîce Atay jî, dest nîşan kir ku demeke dirêj e ew agahiyan ji Ocalan wernagirin. Atay ev tişt gotin: “Divê demildest dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê.”Atay, bi bîr xist ku Ocalan ji bo jinan xwedî rol û mîsyoneke girîng e û wiha got: “Ji ber vê tecrîd bandorê li rola jinê ya di civakê de jî dike.”    ‘PÊŞENGIYA ROJHILATA NAVÎN DIKE’    Aktivîsta TJA’yê Çimen Alturk jî, dest nîşan kir ku tecrîd encama sepandineke ku gelan û olan tune dihesibîne bi xwe ye. Alturk, diyar kir ku di teşegirtina Rojhilata Navîn de Ocalan bi fikrên xwe pêşengtiyê dike.    ‘AZADIYA JINÊN KURD BI AZADIYA OCALAN PÊKAN E’    Alturk diyar kir ku tecrîd bi komploya navnetewî dest pê kiriye û wiha got: “Bi tecrîdê tê xwestin ku vîna jina kurd, vîna gelê kurd bê şikandin. Gelê kurd tim û tim li hemberî tecrîdê îradeyeke xurt derxistiye holê û xwedî li rêberê xwe Birêz Abdullah Ocalan derketiye.” Alturk dest nîşan kir ku dê jinên kurd tecrîda li ser Ocalan bişikînin û wiha got: “Azadiya jinên kurd, bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”