Dadgeha Rihayê ceza li siyasetmedaran barand 2018-12-17 13:56:08   RIHA – Li Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê hepsê hat birîn. Heman ceza li siyasetmedarên bi Bayram re dihatin darizandin jî hat birîn.    Li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Navçeya Xelfetî ya Rihayê hatibû kirin û Hevşaredar Mustafa Bayram jî di nav de gelek siyasetmedar hatibûn girtin. Di doza siyasetmedaran de cezayê hepsê li wan barandin. Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propaganda rêxistinê” û “Li dijî qanûna xwepêşandanan muxalefetkirin” doz siyasetmedaran hatibû vekirin. Danişîna 5’emîn a doza siyasetmedaran li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    4 jê girtî 6 siyasetmedar tên darizandin. Hevşaredar Mustafa Bayram, Hevseroka HDP’a Rihayê ya berê Leyla Akça, rêveberên HDP’ê yên berê Avî Gurbuz û Mehmet Bînîcî di danişînê de amade bûn. Gelek parêzeran doz şopandin.    Endamê PM’ê yê HDP’ê Îsmaîl Kaplan û Hevserokê DBP’a Bêrecûkê yê berê Ahmet Kiliç ên ne girtî tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pêk ir.    Siyasetmedaran di parastina xwe de diyar kirin ku îdiayên jê tên sûcdarkirin hemû xebatên partiyên siyasî ne, ev jî nabe sedema sûc û berata xwe xwestin.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û berata wan daxwaz kirin.    Heyeta dadgehê piştî navberek kûrt bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê hepsê li Mustafa Bayram, 9 sal û 10 meh ceza li Mehmet Bînîcî, 7 sal û 16 meh ceza li Leyla Akça, 7 sal û 21 meh ceza li Avnî Gurbuz birî û dewama girtina wan da.    Dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê hepsê li Îsmaîl Kaplan jî birî û biryar da ku dosyeya Ahmet Kiliç jî ji dosyeya giştî bê veqetandin.