7 sal û 5 meh ceza li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn 2018-12-17 12:57:03   ENQERE – Bi îdiaya “Dewleta Komara Tirkiyeyê û hikumeta wê biçûk xistiye” 7 sal û 5 meh cezayê hepsê li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn.    Bi boneya berga pirtûka bi navê “Şerê AKP’ê yê Sûriyeyê” ya nivîskara Sendika.org’ê ya pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yigît bi îdiaya “Dewleta Komara Tirkiyeyê û hikumeta wê biçûk xistiye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Yigît li 44’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hat dîtin. Dadgehê bi heman îdiaya 7 sal û 5 meh cezayê hepsê li nivîskar Yigît birî.