Rojnameya Evrenselê buha nekir lê rûpel kêm kirin 2018-12-17 10:32:02 STENBOL – Ji ber zêdebûna dowîz û krîza aborî gelek rojnameyan weşanên xwe yên kaxizê bi sînor kirin. Rojnameya Evrenselê jî ji ber zêdebûna dawîzan li şûna buhayê rojnameyê zêde bike, hêjmara rûpelên xwe kêm kir. Rojnameyê hêjmara rûpelan daxist 12'an. Xwînerên Rojnameya Evrenselê ku li ser malperê dişopînin jî ji niha û şûnde dikarin bi lînka evrensel.net xwe li ser înternetê bigînin rojnameyê.  Li Tirkiye piştî kriza aborî pêş ket dowîz jî li hemberî tl zêde bûn. Piştî qîmeta tl kêm bû, gelek şîrket, fabrîqe û esnafan îflas kir. Zêdebûna dowîzan bandora neyînî li ser çapxane û weşana rojnameyan jî kir. Gelek rojname ji ber krîza aborî dawî li çapa kaxizan anîn û hin rojnameyan jî çapa rojnameyan a kaxizan bi sînor kir. Yek ji van rojnameyên ku ket bin krîza aborî û neçar ma xwe biçûk bike jî Rojnameya Evrensel e. Rojnameya Evrenselê jî ji ber zêdebûna dawîzan li şûna buhayê rojnameyê zêde bike, hêjmara rûpelên xwe kêm kir. Rojnameyê hêjmara rûpelan daxist 12'an. Xwînerên Rojnameya Evrenselê ku li ser malperê dişopînin jî ji niha û şûnde dikarin bi lînka evrensel.net xwe li ser înternetê bigînin rojnameyê.