‘Me ji bo lêkolînê bikaranîna kîmyesalê serlêdan kir, em li benda raporê ne’ 2018-12-17 09:24:27 STENBOL - Parêzer Gulîzar Tuncer, diyar kir ku wan bi salan ji bo lêkolînkirina bikaranîna kîmyesalê ya dibin navê “Operasyona vegera jiyanê” li girîgehan komkujî pêk hat, têkoşiyan û got: “Bi salane em ji dadgehan pirsa çawaniya vê kîmyesalê dikin. Herî dawî me serî li Serokatiya Beşa Anabîlîm a Zanîngeha Stenbolê da. Me pirsên xwe yek bi yek nivîstan û em niha li benda raporê ne.” Girtiyên siyasî, li dijî pêkanîna Tîpên F û ji bo 19 daxwazan, di 29’ê Cotmeha 2000’an, di serî de li girtîgehên Bayrampaşa û Umraniyê lig elek girtîgehan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Girtiyan piştî 45 roj greva birçîbûnê, çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Her ku çû çalakiya girtiyên siyasî mezin bû. Li ser vê yekê dewletê dibin navê “Operasyona vekara jiyanê” de mudaxileyê girtiyan kirin. Mudaxile bi awayekê hemwext li 20 girtîghan dest pê kir û madeyên kîmyesalê yên cuda hatin bikar anîn. Operasyon sê rojan berdewam kir de, 30 girtina û 2 leşkaran jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtî birîndar bûn. Gulîzar Tuncer a wê demê parêzer bû û şahidî ji komkujiyê kir, armanca operasyonên wê demê nirxand.    ‘DÎROKA KOMARÊ DÎROKA KOMKUJIYANE’   Tuncer, diyar kir ku dîrok a komarê dîroka komkujiyane û wiha axivî: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de gelek komkujî hatin jiyîn û dinava  van komkujiyan de a herî giran j3ı 19’ê Kanûnê bû. Dewletê hemû hêza xwe seferber kir. Bi hezar leşker, polîs, hêzên taybet, gardiyen û makîneyên kar beşdarî operasyonê hatin kirin. Bi hezar gule û bombeyên gazê hatin bikar anîn. Nêzî 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Amedekariyên operayonê de di medyayê de berê hatibûn kirin. Bi awayekê zindî operasyona hat pêşandan û weke lîstikekê servîsê mirovan hat kirin.”   ’6 JINÊN GIRTÎ BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN’   Tuncer, anî ziman ku kîmyesalên di operasyonê de hatin bi kar anîn heya niha nehatibû dîtin û wiha got: “Em hîna jî nizanin kîjan cureyên kîmyesalê hatin bikaranîn. Operasyon yek ji kêliyên herî hovane bû. Bi taybetî li Girtîgeha Bayrampaşa 6 jinên girtî bi saxîo hatin şewitandin. Derbarê vê de me tu encam ji Saziya Tipê ya Edlî negirt. Wê demê pisporên Tipa Edlî gotin ‘gaza fosforê’ hatiye bi kar anîn. Ji xwe wê demê leşkeran cara yekemîn bombeyên destan ên ‘Envanterdê leşkerî yên nebûn’ bi kar anîn. Qaşo dê girtiyên di rojiya mirinê de vegerandibana jiyanê. Berevajî jiyana girtiyan reş kirin. Girtiyên di rojiya mirin de û nexweşîna giran ne birin nexweşxanê. Di ringan de îşkence li wan kirin. Li girtîgehê birinê îşkence li wan kirin. Gava ku jin dişewitin, agirkohan tenê  li wan mêze kirin. Dîsan çekên bi agir bikar anîn û girtî qetil kirin.”   ‘ROJIYÊN MIRINÊ BIHANE BÛ’   Tuncer, da zanîn ku rojiya mirinê ji bo rayedarên dewletê bihane bû û wiha bilêv kir: “Ji xwe dixwestin tiştek wisan bikin, da ku girtiyan bikin hucreyên key kesî û 3 kesî de. Serokwezîr, Wezîrê Karê Hûndir û Wezareta Edaletê yên wê demê digotin ew li benda ziyanek hîn mezintir bûn. Hacer Arikan a wê demê birîndar bû hebû. Hacer di vê operasyonê de bi giranî birîndar bûbû. Ser û rûyê wê hemû bedena wê şewitibûn. Bi mehan li nexweşxanê dest û piyên wê girêdayî hat dermankirin. Dozger wê demê derbarê rayedaran de tu lêpirsîn venekir. Lê piştî 10 sal şûn de derbarê 39 leşkeran de doz hat vekirin. Piştî bi salan şûn de derbarê fermandaran de doz hat vekirin. Lê qet nehat danişînê, tenê bi SEGBÎS’ê beşdar dibûn. Dixwestin doz ji ber dema zêde bê betalkirin. DMME jî hikûmet sûçdar nedît.”   ‘TABLOYEK PIR GIRAN BÛ’   Tuncer, dest nîşan kir ku di rewşa niha ya danişî de fermandarên cih di operasyonê de girtin tên guhdar kirin û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîna jî doz derbarê fermandarên herî jor de nehatiye  vekirin. Derbarê raydarên siyasî de jî hina tu doz nehatine vekirin. Di civînek MGK’ê de biryarek wiha hatibû girtin. Kurt û kêmasî derbarê kujeran de tu biryar nehat dayîn. Berevajî derbarê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn de doz hatin vekirin. Me bi salan ji bo lêkolînkirina bikaranîna kîmyesalê ya dibin navê “Operasyona vegera jiyanê” li girîgehan komkujî pêk hat, hewldan dan. Wê demê min morg jî dît. Tabloyek pir giran hebû. Cenaze nedihatin naskirin. Ji bo ku bûyer bê lêkolînkirin bi salan em ketin nava hewldanan. Bi salane em ji dadgehan pirsa çawaniya vê kîmyesalê dikin. Dadgeh bi salane dosyeyê dişîne Tipa Edlî û paşve tîne. Lê hîna tu encam nehatiye bi dest xistin. Her dawî me serî li Serokatiya Beşa Anabîlîm a Zanîngeha Stenbolê da. Me pirsên xwe yek bi yek nivîstan û em niha li benda raporê ne.”   MA / Sadiye Eser – Bariş Ceyhan