Li Êlihê, daxuyaniyê çapemeniyê kirin bi pere! 2018-12-17 09:23:10 ÊLIH - Li Êlihê, ji bo kesên beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bûn 61 hezar û 32 TL cezayê pere hat birîn.  Rewşa Awarte (OHAL) a di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin û di 19’ê Tîrmeha 2018’an de hat kirin, hîna jî ji aliyê waltîkayan ve OHAL bi pêkanînên berdewam dike. Walîtiya Êlihê ya bi “Rayeyên Super” hat arastek kirin, di navbera dîrokên 10.10.2018-25.10.2018, 07.11.2018-21.11.2018, 22.11.2018-06.12.2018 û 07.12.2018-21.12.2018’an de, daxuyaniyê çepmeniyê û çalakî qedexe kiribûn. Walîtiya Êlihê ya dinavbera 1 û 8’ê Cotmehê de ketina Hezoyê qedexe kir, hemû daxuyaniyê çapemeniyê û çalakî bi destûr xestinê ve girê dabû.    JI BO KESÊN TÊKOŞÎN CEZAYÊ PERE     Ji bo 62 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên di dema OHAL’ê de li tevahiya bajêr beşdarî daxuyaniyên cuda bûyîn,  bi hinceta “Li dijî Qanûna Qebehetan” 183 car, bi giştî 41 hezar û 541 TL ceza pere hat birîn.    Ne tenê partiyên siyasî, beşên rêxistnên kedê jî hatin cezakirin. Ji bo 35 endamên Egîtîm Senê 8 hezar û 396 TL, ji bo 30 endamên SES’ê 9 hezar û 998 TL, ji bo 3 endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hezar û 97 TL ceza hat birîn. Ji bo kesên beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê yên partiyên siyasî û rêxistinên kedê yên bajêr bûn bi giştî 61 hezar û 32 TL cezayê pere hat birîn.   JI BO 19 KESAN 5 HEZAR TL CEZA BIRÎN   Pêkanîna cezayê pere piştî OHAL’ê jî dewam dike. Platforma Şaxa KESK’ê ya Êlihê di 8’ê Mijdara 2018’an de, çalakiya faks rêxistinê lidar xistibû. 19 kesên dinav de endamên Egîtîm Sen, SES ÎHD’ê jî hebûn hatin cezakirin. Dîsan ji b ovan 19 kesan bi heman hincetê serê yek kesê 259 TL ceza hat birin û bi giştî ev cezayê pere dike 4 hezar û 921 TL. Kedkaran, diyar kirin ku cezayê pere ne hiqûqiye û dixwazin bi van cezayan wan çavtirsandî bikin. Kedkaran, dan zanîn ku ewê mafê xwe yê demokratîk tim bi kar bînin.    'EV PÊKENOKE'   Mamoste Ramazan Kavak ê hat îxraçkirin, bal kişand ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û wiha axivî: “Ligel ku dinava wêneyên polîsan kişandin de wêneyê min tuneye jî, cezayê pere l imin birîn. Bi awayekê pir zelal ev hedef girtine. Ev pêkenokek mezine. Bi cezayan dixwazin fatûreyên krîzê bi me kedkar, welatparêz û demokratan bidin dayîn.”   Kedkara çemawerî Ruşen Guneş jî, ligel ku wêneyê wê di nava wêneyên hatibûn kişandin de tunebû jî, cezayê pere li wê jî birîn. Guneş, da zanîn ku di dema daxuyaniya Egîtim Senê de, ji bo hesabê medya civakî wêne kişandin û wiha got: “Heya niya cezayek wiha nehatiye dayîn. Bi hinceta beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûyîn cezayê pere li kesekê nayê birîn. Tişta herî pêkenok min dîmenên daxuyaniyê dikişand. Ligel vê jî cezayê pere dan min. Ji ber  ku pirsgirêka Kurd çareser nakin, dewlet îro dinava krîza aboriyê deye û diyar kaseya wê vale bûye. Dixwaze bi cezayên trafîkê û ceza dayîna kedkaran krîzê derbas bike.”   DI HEFTEYA MAFÊ MIROVAN DE CEZA    Endamê SES’ê Cîhan Tuzun jî, diyar kir ku ligel di wênede tunebû jî, polîsan weke ku di wêneyê de cih digire neşan dene û got: “Ji ber vê ceza li min birîne. Bi van cezayan dixwazin me çavtirsandî bikin. Lê hemû tiştên dikin valeye. Emê dest ji ya xwe bernedin. Emê îtîraz bikin. Berê jî cezayên pere li Egîtim Senê birîbûn. Di dozên hatin vekirin de me qezenc kir û DMME Tirkiyeyê mehkûm kir.”   Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Abdurrezak Kapmaz ê cezayê pere li wî jî hat birîn, diyar kir ku bi zanebûn di Hefteya Mafê Mirovan de cezayê pere li wan hatiye birin.