110 saliye, 5 zarok û 30 neviyên wê hene, lê hêj qeyda wê tuneye 2018-12-17 09:21:02 ÎZMÎR - Fatma Çelîk a 110 salî ya 16 sal berê neçar ma ku ji Mêrdînê koçî Îzmîrê bike, hîna jî qeyda wê ya nifûsê tuneye. Çelîk a 5 zarok û 30 neviyên wê hene, diyar kir ku qeyda bavê wê û hevjîna wê tunebûn.  Fatma Çelîk a li taxa Lîmontepe ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê dijî, ligel temenê wê yê 110 salî hîna jî nasnameya wê tuneye. Çelîk a 5 zarok û 30 neviyên wê heyîn, ji ber pirsgirêkên aborî di sala 2002’yan de neçar dimîne  ku bi zarokên xwe re ji taxa Balfîz a navçeya Dêrika Mêrdînê koçî Îzmîrê bike. Çelîk a temenê wê pir mezin bûye, nikare pêdiviyên xwe derbas bike û pêdiviya wê bi alikariyê heye.    'BI KOÇBERTIYÊ MIN DEBARA XWE DIKIR’    Çelîk, diyar kir ku bi îlankirina komarê re, bavê wê û hevjînê wê bi belgeyên di serdema Osmaniyan de ji bo wan hatibûn dayîn jiyana xwe berdewam dikirin. Çelîk, da zanîn ku rêveberiya nû qeydên wan ên nifûsê çênekirin û wiha axivî: “Em koçerbûn û hemû jiyana min bi koçertî kirinê derbas bû. Ji ber jiyana xwezayî ya gundan pir zede nexweş neketim. Min qet pêdivî bi nasnameyê nedît. Min tu carî dengê xwe nedaye. Ji ber temenê min mezinbûye, hestiyên min diêşin û zêde nikarim bimeşim. 5 zarokên min hene, li ser nifûsa apê xwe qeyd kirine. Min salên dirêj li Qerecdaxê koçertî kir. Serdema Ataturk û îlankirina Komarê hemû tên bîra min. Dibe ku temenê min ji 110’an jî zêdetir be. Piştî hilweşandina  împaratoriya Osmanî me çarek din qeyda xwe çênekir. Qeyda bavê min jî tune bû û ya hevjînê min jî.”    ‘EM BI MAEŞÊ BAG KUR Ê KURÊ MIN DEBARA XWE DIKIN’    Çelîk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber deynan me sewal û axa xwe ya li gund firotin. Em dûre hatin Îzmîrê. Ez li gel kurê xwe  yê biçûk Davût dimînim. Davût û hevjîna wî jî felcin. Niha neviyên  min li min û wan mêze dikin. Li malê me bi maeşekê Bag Kurê debara xwe dikin. Evqas pêdiviyên me hene, lê ji ber ku nasnameya min tuneye, em nikarin tiştekê bigirin. Hin caran pêdivî dibînim ku biçim bijîşk, lê nikarim biçim. Ez pîr bûme. Di sala 2011’an de, nivîyê min ji bo nasnameyê serlêdan kir, lê nedan min. Qeyda me li Rihayê derket. Gelek astengî li pêşiya  me derket û nasname nedan min. Ez nizanim, ezê çiqas din bijîm. Qet nebe, bila qeydek min hebe. Dibe ku neviyên min mûçeya mêzekirina min bigirtan. Hûn heya serê sibê jiyana min binivîsin jî, dê xelas nebe. Êdî nasnameya min çêbe nizanim, lê dixwazim nasnameyekê bidin min.”