ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-17 09:00:53   * Bariş Kaya yê di 19'ê Kanûna 2000'an de li girtîgehê rastî îşkenceyê hat  û hêj şopa îşkenceyê li bedana wî heye, xwest her kes ji bo dengê Leyla Guven bilind bikin çi têkeve ser milê wan bikin. Kaya, ani ziman ku di 19'ê Kanûnê de vîna girtiyan nehat dîlgirtin û niha jî nikarin vîna girtiyan dîl bigirin û têkoşîna girtiyan dê bi ser bikeve."   * Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan ê demek nêz ji girtîgehê hat berdan, diyar kri ku çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derbas dibe û got: “Ne çareserkirina pirsgirêka Kurd civakê ber bi têkbikirina civakî û siyasî ve  dibe.”   * Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef Nûrgul Turkmen, diyar kir ku her roja diçe sedefkarî paşve diçe û got: “Ji ber kriza aborî malzeme pir giran bûne. Em hewl didin li ser piyan bimînin.”   * Endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP’ê Îzzettîn Aslan ê ji AKP’ê ji bo bernamzetiya Şaredariya Midyadê ya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê serlêdan kir, li dijî mal û milkên şaredariya Midyadê yên derxistine bazarê, ji serokê şaredariyê pirsa “Ev pere bi ku de diçin” kir.    * Fatma Çelîk a 110 salî ya berî 16 salan neçar ma ku ji Mêrdînê koçî Îzmîrê bike, hîna jî qeyda wê ya nifûsê tuneye. Çelîk a 5 zarok û 30 neviyên wê hene, diyar kir ku qeyda bavê wê û hevjîna wê tunebûn.       * Doç. Dr. Melda Yaman bal kişand ser gotinên hikûmetê yên “Krîz tuneye” û got: “Li dijî krîzê têkoşîn dayîn, di hemê de li dijî desthilatdariya zilam jî têkoşîn dayîne.”    * Li Êlihê, ji bo kesên beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bûn 61 hezar û 32 TL cezayê pere hat birîn.    * Parêzer Gulîzar Tuncer, diyar kir ku wan bi salan ji bo lêkolînkirina bikaranîna kîmyesalê ya dibin navê “Operasyona vegera jiyanê” li girîgehan komkujî pêk hat hewldan dan û got: “Bi salane em ji dadgehan pirsa çawaniya vê kîmyesalê dikin. Herî dawî me serî li Serokatiya Beşa Anabîlîm a Zanîngeha Stenbolê da. Me pirsên xwe yek bi yek nivîstan û em niha li benda raporê ne.”   * 11'emîn Danişîna Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, dê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin. (11.00)   * Odeya Bijîşkên Amedê, berî danişîna endamên Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) a li Enqerê bê dîtin, dê civîna çepemeniyê li dar bixe. (12.30)   * ÎHD û TÎHV, bi boneya Hefteya Mafê  Mirovan a10 û 17'ê Kanûnê, dê li Parka Barbaros a Beşiktaşê zîncîra mafê mirovan ava bike. (18.30)