Ji ber al û şahiya HDP'ê fezleke ji Yildirim re amade kirin 2017-10-31 10:32:00 AMED - Serdozgerê Komarê yê Agiriyê, her çendî der barê wekîl Nadir Yildirim de biryara destnedanê hebe jî di lêgerîna mala wî de dest danîn ser dîmen, wêneyan û fezleke amade kirin. Şahiya HDP'ê ya ku Yildirim tev li bûn jî wekî "çalakiya di bin serweriya rêxistinê" de hat pênasekirin û ji HDP'iyan re jî gotin ku "mensûbên rêxistinê". Serdozgerê Komarê yê Agiriyê, der barê wêne û dîmenên di serdagirtina mala Wekîlê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim de hatin destaserkirin îdianame amade kir. Alên HDP'ê, işareta serkeftinê û tîşortê ku ala Kurdistanê li ser e û zarok li xwe kiriye wekî "propagandaya rêxistinê" pênase kir û der barê Yildirim de fezleke amade kir. Fezlekeya ku şandin meclisê, hat diyarkirin ku der barê birayê Yildirim S. Yildirim de jî bi îdiaya "endamê rêxistinê" ye lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di fezlekeyê de hat destnîşankirin ku bi biryara Dozgerê Cezayê Sulhê yê Agiriyê di 14'ê Kanûna 2016'an de bi ser mala Yildirim de girtine, di lêgerîna malê de hard dîskek hatiye desteserkirin. Di fezlekeyê de tê gotin ku birayê Yildirim S. Yildirim ji polîsan re dibêje ku "Ev odeya wekîl e. Ew palamenter e. Ez bi demborî li mala wekîl dimînim." Di dema lêpirsînê de birayê Yildirim S. Yildirim tê binçavkirin û aşkera dike ku di lêgerîna malê de kovar, pirtûk û hard dîska ku tên desteserkirin, aydê birayê wî ne.   Hard dîska bi biryara dozgeriyê tê desteserkirin û wêne û dîmenên ku ji hard dîskê derdikevin wekî alavên rêxistina "PKK û KCK'ê", şahî û alên HDP'ê jî bi PKK'ê ve tên girêdan û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye fezleke tê amadekirin. Dozger wêneyê ku Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî tê de ne û li ser maseyê rûniştine, wekî sûc dibîne. Di fezlekeya hat amadekirin de der barê Yildirim de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, tê xwestin ku destnedana wî bê rakirin û ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.   Parêzerê Yildirim Mehdî Ozdemîr der barê fezlekeyê de axivî û aşkera kir ku fezleke bi awayekî derveyê qanûnê hatiye amadekirin û piştrast kir ku hemû xebatên siyasî yên Yildirim wekî xebatên rêxistinê hatine destnîşankirin.