Cara duyemîn êrişî navê Aram Tîgran kirin 2017-10-31 10:23:36   ÊLIH – Li Êlihê tabelaya Parka Aram Tîgran rastî êrîşê hat û navê “Aram Tîgran” bi boyaxa spî hat jêbirin. Cara duyemîn e ku navê Aram Tîgran rastî êrîşê tê.     Li Taxa Raman a Êlihê li ser Bulvara Edîp Solmaz di dema şaredariya DBP’ê ya Êlihê de li ser navê hunermend Aram Tîgran ê ku bi kurdî, ermenî, tirkî û erebî distirî û wek “Bilbilê Rojhilata Navîn” tê nasîn di 17’ê cotmeha 2009’an de park hatibû vekirin. Li ser tabelaya Parkê navê “Aram Tîgran” ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve bi boyaxa spî hat jêbirin.    ÊRÎŞA DUYEM    Beriya niha jî piştî ku qeyûm tayînî şaredariya Êlihê hatibû kirin nav û wêneyê hunermenda Aram Tîgran ji tabelayê bi boyaxê hatibû jêbirin. Li ser nerazîbûna civak û raya giştî ji aliyê qeyûmê ve tabelaya navê Aram Tîgran bi deriyê parkê ve hatibû daliqandin. Lê wêneyê Tîgran nehatibû daliqandin.