Prz. Esra Kiliç: Di bin çavan de muwekîlên min derb kirin 2018-12-16 12:19:15   ENQERE - Endama TÎHV'ê û Prz. Esra Kiliç diyar kir ku muwekîlên wê yê di çalakiya Kolana Yukselê de hat binçavkirin, li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Edliyeya Enqereyê hat derbkirin. Kiliç, destnîşan kir ku şopa lêdanê li ser bedena muwekilên wê heye.    14 kedkarên ku bi KHK'ê ji karên xwe hatin îxrackirin û ji bo dîsa li karê xwe vegerin li Kolana Yukselê bi daxwaza “Em karê xwe paşve dixwazin" çalakî li dar xistin, di 10'ê kanûnê de li malên xwe hatibûn binçavkirin. Polîsan di 10'ê kanûnê de bi ser gelek malan de girtibûn û 14 kes bi sedema tev li çalakiyan bûye binçav kiribûn û biiribûn Şaxa TEM'ê ya Enqereyê. Parêzerên ku bi kesênk hatin binçavkirin re hevdîtin kirin diyar kirin ku kesên hatine binçavkirin di 13'ê Kanûnê de li şaxa TEM'ê û Edliyeya Enqereyê hatine derbkirin.    Endama Vakfa Mafên Mirovağn a Tirkiyeyê (TİHV) û Prz. Esra Kiliç, diyar kir ku muwekilê wê di bin çavan de rastî lêdanê hatine û wiha got: “Gotin 'Dê îfadeyê bistînin' û muwekilên me di 13'ê  Kanûnê de sewqî Edliyê kirin. Hekîmê Dadgeha Cezayê Sulhê li dadgehê xwest ku roja binçavkirina muwekilên min bê zêdekirin. Lê muwekilên min qebûl nekirin. Tevî vê yekê dîsa hekîm 4 rojên din roja binçavkirinê dirêj dike. Muwekîlên min jî ji bo vê rewşê şermezar bikin dirûşmeyan berz dikin. Piştre hêzên çevîk muwekîlên min derb dikin û wan ji salonê derdixin. Muwekîlên min dema birin Şaxa TEM'ê jî rastî lêdanê hatin. Bi hinceta lêgerînê rastî derbkirinê hatin. Muwekilên min li pêş kamerayan rastî çêr û gotinên xerab hatin. Li ser bedena muwekilên min Denîz Aydin û Sibel Balaç şopa derbên zêde hene. Ji îdrara Ozge Çirpan jî xwîn hat. Lê tevî vê yekê bijîşk rapor neda wê. Hinceta dirêjkirina binçavan jî bi sedema 'lêkolîna materlayên dijital neqediya ye' dirêj kirin.    Kiliç, anî ziman ku hewl dan bi dozger re hevdîtin bikin, lê ji ber ku ne saeta mesaiyê bû nekarîbûn xwe bigînin dozger. Kiliç, destnîşan kir ku ji bo li gorî Protokola Îstanbol rapora derbkirinê bistînin di nava hewldanan de ne û wiha got: "Me li dijî vê muameleya xerab serlêdana sûc kir. Em dê duşemê bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtin bikin. Divê kesên hatine binçavkirin bi lez wan ji bin çavan derxin. Di qanûna bingehîn de jî qanuna ‘4+4+4’ tune lê dema binçavkaran 4+4 zêde dikin.    ÇHD: DIVÊ BI LEZ WAN BERDIN   Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat gritin jî li Şaxa Enqereyê daxuyanî da û xwest bi lez kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan. Komeleyê anî ziman ku kesên hatine binçavkirin ji roja hatine binçavkirin heta niha ketine greva birçîbûnê, lê pêdiviyên wan av  û şekir nadin wan.    Kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sibel Balaç, Nazan Bozkurt, Deniz Aydın, Mehmet Dersulu, Ozge Çırpan, Gulnaz Bozkurt, Alev Şahîn, Mahmut Konuk, Acun Karadag, Murat Çeşme, Simge Aksan, Ertugrul Çagan, Selvî Polat, Burak Aydemir.