Ji bo rêveberiya herêmî Serlêdanên HDP'ê didomin 2018-12-16 10:20:05   ÎZMÎR - Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajarê yê HDP'a Îzmirê Hasan Koç, diyar kir ku serlêdanên bernamzetiya endamên Meclîsa şaredariyên navçeyan û Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin berdewam dike. Koç xwest bi taybetî jin biçin serî li komîsyonê bidin.    Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê yên ji bo bernamzetiya hilbijartina rêveberiya herêmî berdewam dikin. HDP ji bo hilbijartina reveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê hewl dide ku bi hêjmarek zêde ya endamên meclisan û hevşaredaran di rêveberiyên herêmî de bi cih bibe. HDP'ê starta serlêdana bernamzetiyên Hevşaredar û endamên Meclîsên şaredariyê dabû û cara duyemîn e vê wextê serlêdanê dirêj dike. Herî dawî ji 12'ê Kanûnê dirêjî 17'ê Kanûnê dirêj kir. Piştî serlêdan bi dawî bû li bendê ye ku di 23'ê Kanûnê de sindoqan ava bikin û bernamzetên serlêdan kirine bi riya hilbijartinê ya sindoqan namzetên endamên meclîsên şaredariyan û hevşaredaran diyar bikin.    'EM DIXWAZIN JIN SERLÊDAN BIKIN'   Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajarê yê HDP'a Îzmirê Hasan Koç, anî ziman ku serlêdan berdewam dike û bi taybetî ji jinan xwest ku ji bo namzetiyê serlêdan bikin. Koç, da zanîn ku li gorî pîvan û rêgezên HDP'ê endaman degirin û hemû kesên ku ne li dijî pîvanan bin serlêdanên wan qebûl dikin. Koç, da zanîn ku ji ber daxwaza zêde ya gel serlêdana heta 12'e Kanûnê dirêjî 17'ê kanûnê kirin. Koç, bi taybetî bang li jinan kir û xwest ji jin ji bo namzetiyê serî komîsyonê bidin û bibin namzet. Koç, bibîr xist ku li Îzmirê herî zêde jin pêşengiyê dikin û ji ber vê yekê divê jin zêde bibin namzet. Koç, da zanîn ku serlêdan roj bi roj zêde dibe û eleqeyek mezin ji serlêdanan re heye. Koç, bilêv kir ku xizmetên şaredariyê ne tenê rê û binesazî ye û wiha got: “Em dixwazin cih û warên aktîvistên sporê û çandê ji bo ciwanan ava bikin. Em bi hevalên xwe re plan dikin ku li navçeya Konakê muxalefeta radikal û çêker pêş bixin. Em dê rê li pêş fesadiya îhaleyan û nelirêtiyan bigirin."    Koç, herî dawî destnîşan kir ku li gel hemû zext û astengiyan di nava gel de tên qebûlkirin û xwe mezin dikin û wiha bi dawî kir: "Tevî hemû zextan me tenê li navçeya Konakê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de 27 hezar deng stend. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî me 34 deng zêde kir û em her diçin mezin dibin. Em dê 31'ê Adarê de mezintir bibin. "