Salvegera 70'yemîn a Peymana Mafên Mirovan û krîza di warê mirovahiyê de 2018-12-16 09:01:36   ENQERE - Di ser qebûlkirina Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan re 70 sal derbas bûn. Sekretera Giştî yê THÎV'ê Metîn Bakkalci, destnîşan kir ku di dawiya 70'ê salan de li cîhan û Tirkiyeyê di warê mirovahiyê de krîzek heye û rêya rizgariyê jî ew e divê careke din bê bibîrxistin mirov kirde ne û divê bi awayekî çalak daxilî pêvajoyê bên kirin.    Peymana Gerdûnî ya Mafê Mirovan di sala 1948'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Di ser qebûlkirina peymanê re 70 sal derbasbûn, lê belê her diçe bêtir mirov bi pevçûn, koçberî û krîzên aborî re rû bi rû dimînin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Metîn Bakkalci, bi bîr xist peymanname piştî êş û azarên Herba Duyemîn a Cîhanê bi dirûşmeya "Careke din qethiyen" hatiye çêkirin.    'KRÎZ'    Lê belê Bakkalci destnîşan kir ku her diçe li cîhanê êş û azarên mirovahiyê kûrtir dibin û got: "Li cîhanê mafên mirovan tên binpêkirin û destgîrkirin. Gotina 'tu tune yî, tu hîç î' li mirovan tê ferzkirin. Em ji vê re dibêjin 'krîza mirovahiyê'. Ev krîz tenê ne li welatê me, li tevahiya cîhanê heye."   Li gorî Dokumantasyona THÎV'ê ya 11 salên 2018'an li Tirkiyeyê ev binpêkirinên mafan rû dane: "Bi hinceta guh nedane hişyarkirina rawestandinê an jî bi gulebarankirina rasthatinî 16 kes hatin kuştin, di pevçûnên çekdarî de 185 hêzên dewletê (polîs, leşker û cerdevan), 311 milîtan, 33 sivîl bi giştî 529 kes mirine û 7 kes jî bi wesayîtên zirxî yên hêzên dewletê, 2 kes jî ji ber mayîn û bombeyan, li girtîgehan jî herî kêm 10 kes û di bin çavan de yek jê trans herî kêm 5 kes jiyana xwe ji dest dan."    Bakkalci ji bo vê got: "Di krîza li cîhan û Tirkiyeyê de, binpêkirina mafê jiyanê wekî kaxeza tûrnûsolê ye."    Li Tirkiyeyê hejmara kesên di girtîgehan de zêdetirî 260 hezarî ne. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ev hejmar di sala 2005'an de 59 hezar û 429 bû. Her wiha li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şertê kontrolkirina edlî jî li dor 430 hezarî ye. Li gorî daneyên TUÎK'ê di navbera 1'ê Çile-31'ê Kanûna 2017'an de li girtîgehan qeyda 2015 hezar û 761 kes hikumxwarî hatiye çêkirin û dîsa di heman dîrokê de qeyda derketinê ya 193 hezar û 662 hikumxwarî hatiye kirin.    Bakkalci ji bo vê hejmara zêde ya li girtîgeha destnîşan kir ku "tiştekî tirsnak e" û got: "Makîneyek wisa ye ku her sal ji 200 hezarî zêdetir mirov derdikevin. Makîneyeke dêwasa. Her wiha daneyên şerta kontrolkirina edlî jî ecêb in. Yanî bi milyonan mirov di bin venêrînê de ne."    ‘MA 136 HEZAR MIROV ENDAMÊ RÊXISTINA ÇEKDARÎ NE?'    Bakkalci, destnîşan kir ku sedema zêdebûna hejmara girtî û hikumxwarinê li Tirkiyeyê ji ber nebûna azadiya fikr û ramanê ye û bal kişand ser Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê (TMK). Bakkalci got: "Saziyên navnetewî dibêjin têgîna terorê û TMK'ê ya Tirkiyeyê bi problem in. Li gorî kêfa hin kesan feraseta 'ji bilî min herkes terorîst e' bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber maddeya 'endamtiya rêxistina çekdarî' di sala 2013'an de der barê 8 hezar mirovî de doz hat vekirin, lê ev hejmar di sala 2017'an de bû 136 hezar. Ma li vî welatî 136 hezar mirov endamê rêxistina çekdarî ne?"    ‘MAFÊ CIVÎN, XWEPÊŞANDAN Û MEŞAN NEMA'    Bakkalci, destnîşan kir ku mafê "civîn, xwepêşandan û meşan" tim tê binpêkirin û di 11 mehên dawî de 758 caran mudaxileyî xwepêşandanên aştiyane hatiye kirin.    Bakkalci, bilêv kir ku lê belê tevî van rewşên neyînî jî dîsa pêkan e mirov ji derheqê "krîza mirovahiyê" derkeve û got: "Tiştên tên serê we ne qeder e û pêkan e rê li ber wan bê girtin. Xirabiyên ku nayê aqil û wijdanê mirovê asayî, bi şidet, çewisandinê vediguherînin bireserekê. Lê em kirdeya vê civakê ne û divê em bi awayekî hîn çalaktir daxilî wê bibin."    MA / Berivan Altan