Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Wanê hatin berdan 2018-12-15 20:46:26   WAN - Li Wanê 11 kesên ji bo piştevaniyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ketibûn greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyetê 11 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.    Li Wanê Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn jî di nav de 11 kesên ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê li avahiya HDP'a bajêr ketibûn çalakiya greva birçîbûnê. Lê belê polîsan avêtibû ser avahiya HDP'ê û kesên ketibûn greva birçîbûnê binçav kiribûn.   Kesên hatin binçavkirin piştî karên îfadeyê yên li emniyetê hatin berdan.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 38'an de didome.