Penaberê xebatkarê HDP’ê ‘Der sînor’ tê kirin 2018-12-15 15:53:40   RIHA - Halîd Muslum ê ji Kobanê yê di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Riha de hat binçavkirin, ji bo “Der sînor” bê kirin li Îdareya Koçberan a Bajêr tê girtin.   Li Rihayê, polîsên ku di dema çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin de bi ser avahiya HDP’ê ya Rihayê de girtin û ji 47 kesên binçav kirin 5 jê hatin girtin û ji bo penaberê ji Kobanê yê xebatkarê HDP’ê Halîd Muslum jî biryara der sînor kirinê hatibû dayîn.    Halîd Muslum ê ji ber şerê Sûriyeyê bi 5 zarok û hevjîna xwe koçî RihayÊ kirin, nêzî salekêye li avahiya HDP’ê çaygeriyê dike. Parêzerê Muslum Mûstafa Vefa, diyar kir ku 39 kes derxistin dadgehê, lê weke ku Muslum birevînin anîn salona dadgehê û dîsan polîsa bi xwe ew ji salonê derxistin.    Prz. Vefa, anî ziman ku bêyî agahiya parêzeran hebe Muslum derxistin salona dadgehê û wiha got: “Muslum niha li Îdareya Koçberan a Bajêr tê girtin. Dixwazin wî der sînor bikin. Ev nêzîkatiyek li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Roja Dûşemê emê bikevin nava hewldanan û ji bo neyê der sînor kirin emê bibin asteng.”   Hat diyar kirin ku ger Muslum bê dersînorkirin, ji ber ku deriyên sînor ên dibin kontrola Kurdan de girtine, ewê wî di deriyê Kîlîsê re bişînin Ezazê û ev der jî dibin kontrola komên OSO deye.