Xizmên windayan xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin 2018-12-15 15:10:06 AMED / ÊLIH – Xizmên windayan û Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê di çalakiyên xwe yên hefteane de xwestin Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûnê ya Berê bê avakirin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 514’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li avahiya komeleyê dewam kir. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, Serokê Rêxistina CHP’a Amedê Mehemt Sayin, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Hasan Yalçin xwend. Yalçin qebûlkirina Beyanameya Gerdûnî ya Mafên Mirova ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi bîr xist û salvegera vê rojê ya 70 sal berê îro li Tirkiyeyê bi xemgînî tê pêşwazkirin. Yalçin dayik û malbatên windayan ên gorek wan jî nîne vê hefteya beyanemaya mafên mirovan bi dilek xemgîn pêşwazî dikin. Yalçin da zanîn ku ji salên 80 û 90’î vir ve gelek desthilatdarî hatin guhertin lê di warê dîtina windayan û kiryaran de tu gavek erênî nehat avêtin. Yalçin got têkoşîna wan a ku kiryaran aciz bike didome û daxwaza xizmên windayan a bila kiryar bên darizandin didome.    Yalçin destnîşan kir ku ew daxwaza xwe ya Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê ya Hevrûbûnê ya Berê dubare dikin û bila ev komîsyon bê avakirin û di dewama daxuyaniyê de ji bo mafên mirovan daxwazên divê rayedar bibersivînin rêz kir.    Rêvebera Navenda Giştî ya KESK’ê Elîf Çuhadir jî di çalakiyê de axivî û got daxwaza Dayikên Şemiyê daxwaza wan e û ew ê wek KESK’ê li pey şopa vê daxwazê bin.    Piştî axaftina Çuhadir çalakî bi dawî bû.    ÊLIH    Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 420’emîn de li avahiya komeleyê çalaki li dar xist û li aqûbeta windayan pirsî. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan xizmên windayan. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Parêzer Devran Yildiz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê tevî hemû astengî û qedexeyan jî dev ji lêgerîna aqûbeta windayan bernedin.    Rêveberê ÎHD’a Êlihê Ercan Başar jî daxuyanî xwend û li aqûbeta Aydin Ay yê di sala 1993’an de hat windakirin pirsî.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.