Mala Mamosteyan a Meletiyê destûr neda panela mafên mirova 2018-12-15 14:29:56   MELETÎ – ÎHD xwest li Meletiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirova de li Mala Mamosteyan panel li dar bixe. Rêveberiya Mala Mamosteyan destûr neda panelê.    Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya (ÎHD) Meletiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirova panela "Demokrasî û mafên mirova" li Mala Mamosteyan li dar bixe. Rêveberiya Mala Mamosteyan destûr neda li dar xistina panelê û asteng kir. Rêveberiya ÎHD’ê li avahiya xwe astengkirina panelê bi civînek çapemeniyê şermezar kir.    Rêveberê ÎHD’a Meletiyê Melhî Kop di civînê daxuyanî da û bi bîr xist ku wan du meh berê biryara li dar xistina panela xwe daye û dê rojnameger Şîrîn Payzin û Levent Gultekîn û Rêveberê Navenda Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî dê beşdarî panelê bibûna. Kop da zanîn ku wan salona Mala Momosteyan ji bo panela xwe kirê kirin e û got: “Me ji bo destûra panelê serî li walîtî û emniyetê jî da. Lê bes rêveberiya Mala Mamosteyan salonê li me qedexe kirin û destûr nedan panela me. Ev dide nişandan ku mirov nikare behsa demokrasî û mafê mirovan bike. Êdî tehamûl ji mafê mirovan û demokrasiyê re jî nemaye. Em ê li dijî astengiyan têkoşîna mafên mirova, demokrasi û aştiyê xûrtir bikin.”