Koçyigît: Çalakiya Guvenê çalakiyek civakî yeHamzaoglu: Vîna gelên Rojhilata Navîn bombe dikin 2018-12-15 13:59:41 STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît di Konferansa Demokrasiyê de axivî û got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven da destpêkirin ne çalakiyek takekes e, çalakiyek civakî ye.” Hevberdevk Onur Hamzaoglu jî diyar kir ku bi bombekirina Şengal û Mexmûrê bombekirina vîna gelên Rojhilata Navîn e.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi sernavê “Jiyanek nû pêkan e” li Otela Elite World Konferansa Demokrasiyê ya du rojan li dar dixe. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û gellek kes û rewşenbîr beşdarî konferansê bûn. Axaftinên vekirinê Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Onur Hamzaoglu kirin.    ‘ŞER TERCÎH KIRIN’    Koçyigît bi bîranîna kesên di qezaya trêna ya li Enqereyê dest bi axaftina xwe kir. Koçyigît dorpêçên li navçeyên herêmê jî bi bîr xist û got: “Li wir daxwazek hebû. Daxwaza xweseriya demorkatîk an jî xwerêvebiriyê hebû. Dewletê vê daxwazê li dijî bekaya xwe dît û serî li zextan da. Dikaribû vê daxwazê çareser bikira lê rêbaza şer tercih kir.”    'ÇALAKIYA GUVEN CIVAKÎ YE’    Koçyigît da zanîn ku destpêkirina şer ji tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji 5’ê nîsana 2015’an ve didome û wiha got: “Ji sê salan zêdetir e tecrîdek giran li Îmraliyê heye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye û em xwedî lê derdikevin. Ev çalakiya Guven ne daxwazek şexsî ye çalakiyek civakî ye. Divê her kes milê bixe bin barê çalakiyan.”    ‘DEMOKRASÎ Û HIQÛQ TUNE YE’    Koçyigît bal kişand ser darizandina HDP’yên girtî û got: “Em niha di şertên faşîzmê de dijîn. Em vê bi awayek zelalî dibinin. Hemû hevalên li dijî rêbaza hiqûqê hatine girtin. Tu kes di çarçoveyek adil û hiqûqî de nayê girtin û darizandin. Ev jî tê wê maneyê ku li Tirkiyeyê demokrasî, edalet û hiqûq nemaye.”    'VÎNA GELAN BOMBE DIKIN’    Hevberdevk Onur Hamzaoglu di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa hewayiya Tirkiyeyê ya li dijî Mexmûr û Şengalê û got: “Êrîşkirina hewayî ya li ser Şengal û MExmûrê tê wateya bombekirina vîna gelên Rojhilata Navîn. Mudaxeleyî jiyanek aştiyane ya mirovan dikin. Naxwazin dengê gelan derkeve. Nahêlin ku pircivak jiyanek azad ji xwe re bibijêrin. Qêrîn tên bombekirin. Tişta ku li Efrînê kirin niha jî heman tiştê dixwazin li Minbicê û Bakur-Rojhilatê Firatê bikin.”