Dayikên Aştiyê: Çalakiyên greva birçîbûnê meseleya wîjdan e 2018-12-15 13:41:50 AMED – Dayikên Aştiyê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan ketin greva birçîbûnê û hatin binçavkirin daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Makbule Ozbek a 80 salî diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê meseleya wîjdan e û got: “Bila her kes deng bide çalakiyên greva birçîbûnê.”  Dayikên Aştiyê jî di nav 25 aktîvîstên TJA’yê bi boneya şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP’a Amedê di 10’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û hatibûn binçavkirin. Dayik jî di nav de 25 kes piştî du rojan hatin berdan. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê  têkildarî zextên polîsan û binçavkirinê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.    ‘BILA DENG BIDIN’    Di civînê de ewil Dayika Aştiyê Makbule Ozgbek a 80 salî ku hatibû binçavkirin û berdan axivî û wiha got: “Çawa min bihîst ku Leyla Guven ketiye greva birçîbûnê ez rehilîm û ez jî çûm tev lî çalakiya greva birçîbûnê bûm. Ji bo çalakiya greve ne hewceye kesek bang bike. Ketina çalakiya greva birçîbûnê meseleyek wîjdanî ye. Ez henek behsa binçavkirinê jî bikim. Polîsan bê ser û ber min binçav kirin. Qêrîn û zarîna ciwanan dihat. Diyar bû ku wan binçav dikirin. Em ji bo aştiyê çûn wir. Lê destûr nedan çalakiya aştiyê. Bila kes bi destê Erdogan negire. Bila demildest tecrîdkirina Birêz Ocalan bi rakin û hevdîtin pêk bên. Bila deng bidin çalakiya greva birçîbûnê.”    ‘ME PÊXWAS BIRIN EMNIYETÊ’    Dayika Aştiyê Rahîme Înce jî destnîşan kir ku ji bo ew dayikên aştiyê ne û daxwaza Leyla Guven pêk bê ketibûn çalakiya greva birçîbûnê û got: “Em dayikên aştiyê ne. Xwedî gravê em di hefteya mafê mirovan de bûn, lê bi hovîtî me binçav kirin. Sûcê me tüne bû. Me çalakiya Leyla bihîst û me jî dest pê kir. Ew jî dayikeke naxwaze mirov bên kuştin û ji bo vê yekê ket greva birçîbûnê. Em şer naxwazin êdî bes e. Bi sedan polîs li serê me kom kirin. Me dayikan bi pêxwasî birin emniyete. Nehiştin em pêlavên xwe jî bixin piyê xwe. Em bang li her kesî dikin. Bila tecrîd rabe û daxwaza Leyla Guven bê cih.”    Piştî axaftina dayikan civîn bi dawî bû.