Sarisozen: Heke DYA destûrê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê dakeve sifirê 2018-12-15 12:56:04 ENQERE – Rojnameger-nivîskar Veysî Sarisozen diyar kir ku heke DYA destûra destwerdana eskerî ya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona DYA’yê ya li herêmê dakeve sifirê.    Rojnameger-nivîskar Veysî Sarisozen, gefên Tirkiyeyê yên destwerdanek eskerî ya muhtemel li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.    Sarisozen wiha got: “Êrîşek muhtemel a dê ne li dijî Rojava be, dê li dijî tevahiya Sûriyeyê pêk bê.” Sarisozen diyar kir ku DYA bi êrîşên hewayî yên li dijî Mexmûr û Şengalê operasyona AKP’ê ya di vî warî de helwesta wan test dike.    Sarisozen anî ziman ku DYA di daxuyaniya da de nokteyên girûzekî di nav xwe de dihewîne û got: “Di daxuyaniyê de tê gotin operasyona Tirkiyeyê ya li qada eskerên DYA’yê lê ne endîşe dê bide. Encama ji vê yekê derkeve; li cihê eskerên DYA’yê nînin li dijî opersyonek muhtemel pozîsyona DYA dê bigire hêj ne diyar e. Ji ber vê yekê jî gelek nediyarî hene.”    ‘A XISÛS EW E KU DÊ DYA ÇI BIKE?’    Sarisozen da zanîn ku Tirkiye li dijî berxwedana YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê ku da nîşandan di nava tirsê de ye û wiha got: “Tirkiye dixwaze serkeftina YPG’ê asteng bike. Ji bo Tirkiye xwîn bide çeteyên DAIŞ’ê tevdigere. Bi qasî ku em dibînin heke ev destwerdan pêk were dê çeteyên di bin navê OSO’yê de jî beşdar bibin. Bi îhtîmalek mezin dê dewleta Tirk çeteyên OSO’yê wê wek mayînan derxe pêş. Rewş li vir krîtîk e. Gelo dê DYA destûra qada hewayî bide Tirkiyeyê? Ev pirs gelek girîng e. Heke seha hewayî neyê vekirin, eskerên dewleta Tirk û çeteyên OSO’yê nikarin xwe li hember têkoşîna gelê kurd bigirin. Me vê di şerê Efrînê de dît. Heke li Efrînê seha hewayî nehata vekirin, eskerên Tirk û komên çeteyan nikaribûn li hember hêzên YPG’ê li ber xwe bidin û nikaribin tiştek bikirina. Ji ber vê yekê jî xisûsa bingehîn ew e ku DYA dê çi bike?”    HESABÊN TIRBEYA SULEYMAN ŞAH    Sarisozen destnîşan kir ku AKP dixwaze bi operasyona eskerî hesabên mîna Tirbeya Suleyman Şah carek dibin bibe herêma Eşme ya niha di bin kontrola YPG’ê de ye û got: “Ji bo operasyonek wiha bikin divê derbasî Rojava bibin. Ev jî tê maneya pevçûnek mezin. Ji ber vê yekê dewleta  Tirk di polîtîkaya xwe ya bi israr dewam dike. Û dem dema vê êrîşkariya wan bê paş de xistin e. Ez wisa  texmîn dikim ev lîstika wan dawî ye. Heke dewleta Tirk li vir bê qewirandin, carek din nikare Rojava tehdît bike.”    'PÊDIVIYA DYA BI DESTEKA ROJAVA HEYE’    Sarisozen da zanîn ku heke DYA destûra operasyonê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê ya li Rojava dakeve sifirê û wiha domand: “Ev yek dê ji bo DYA bibe qûmar. Ya esas jî di hedefa stratejîk a DYA’yê de ji bilî DAIŞ’ê zêdetir dewleta Îranê ye. Heke bixwaze li dijî Îranê astengiyekê çêbike pêdivî û desteka wan hin bêtirîn bi Rojava heye. Yanî li şûna bêtir Rojava destek ji DYA bixwaze niha DYA bêtir destekê dixwaze. Ji ber vê yekê dema mirov bi awayek stratejîk lê dinêre, DYA dê qet çavê xwe ji operasyona dewleta Tirk re negire. Çavgirtina DYA gelek zeîf xûya dike.”    ‘JI BO DYA NE HÊSANE’   Sarısozen, da zanîn ku DYA ji bo hêzên Kurdan “bikişîne xeta xwe” heya cihekê dibe ku destûrê bide operasyonên Tirkiyeyê û wiha bilêv kir: “Ji destpêkeve, DYA ji bo Rojava û PKK’ê bîne beramberî hev, hin gavan davêje. Em hemû vê dibînin. Yanî ew dixwazin Rojava bikin weke Başûr û ji bîrdoziya Ocalan dûr bixin. Lê êdî pir derenge. Ji ber ku gelê Rojava, weke gelê Apocî xwe birêxistin kiriye. Nêrîn û baweriyek wê ya xurt heye. Ji ber vê gel ji vê baweriyê dûrxistin ji bo DYA ne hêsane.”    ‘DEWLETA TIRK ÊDÎ NIZANE ÇI BIKE’   Sarisozen, bal kişand ser pêşketinên li Îdlibê jî û wiha pê de çû: “Di mijara Îdlibê de helwesta rêveberiya Rûsya û Şamê zelale. Ev dibêjin ku, divê çete ji Îdlibê derkevin. Lê li aliyê din jî, bi dewleta Tirk re têkiliyên wan ên dîplomatîk bi hevre hene. Rûsya, ji bo ku AKP’ê di hilbijartina herêmî de bi ser bikeve, difikire ku operasyona Îdlîbê taloq bike. Rûsya dê bêje ku, ‘tu hilbijartinan qezenc bike û ezê jî çeteyên cîhatçî ji Îdlibê paqij bikim. Mijara li vê derê girîng, dewleta Tirk dinava  dengeyên stratejîk ên Rojhilata Navîn  de dixwaze cembaztiyê bike. Lê her ku diçe qad lê teng dibe. Mînak di lihevketina Ukrayna û Rûsyayê de, dê pirsgirêkên krîtîk ên Karadenîzê derbikevin holê. Kurt û kêmasî dewlet Tirk êdî nizane çi bike. Di rewşekê  şaşwaz deye. Di warê Sûriyeyê de divê bi Rûsya re hereket bike, lê di aliyê Karadenîzê de jî divê bi Ukrayna re hereket bike.”   ŞIBANDINA 'MASÎGIRÊ XEŞÎM’   Sarisozên, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê tabloyê de, cihê AKP’ê yê di polîtîkayên derve de, weke ku lingekê wî di keştiyê debe û lingekê din jî li ser îskelê be. Yanî dişibe ‘masîgirê xeşîm.’ Çawan ku kêştî bikeve nava tevgerê, dê bikeve nava avê. Tu ferqa vê pozisyona dewleta Tirk, ji ya masîgirên xeşîm tuneye. Ji ber vê dê bazar çêbin. Weke me gotî Rûsya ji bo hilbijartinê dê operasyona Îdlibê taloq bike. DYA ji bo hêzên YPG’ê bikişîne xeta xwe dem bi dem dê hin piştgiriyan bide dewleta Tirkiyeyê. Lê di encama van hemû hesaban de, teqez dê Tirkiye winda bike. Li gorî min ji xwe ji niha de winda kiriye.”