Basin-Îş a DÎSK'ê: Karta zer ne rûhsata rojnamegeriyê ye 2018-12-15 10:14:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Basin-Îş a DÎSK'ê bertek nîşanî guhertina der barê kartên nasnameya çapemeniyê de da û wiha got: Karta Zer a Çapemeniyê ne rûhsata Rojnamegeriyê ye. Basin Îş'ê xwest rêxistinên pîşeyî bi hevre biryar bidin û komîsyonekê ava bikin.    Pîvan û esasên der barê Kartên Çapemeniyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li zagona der barê çapemeniyê de xala “Endamên çapemeniyê ku li dijî ewlehiya neteweyî tev bigerin û li dijî pergala cemaweriyê tev bigerin, dê karta wan bê betalkirin". Sendikaya Basin-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê bertek nîşan dan. Basın Îş'ê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşan da û got: "Karta Zer a çapemeniyê ne rûhsata rojnamegeran e. Bi vê guhertinê dixwazin çapemeniyê bi qesrê ve girê bidin. Êdî karta zer bi Wezareta Ragihandinê ya Serokomariyê ve girêdan. Êdî ev wezaret dê kartên zer li rojnamegeran belav bikin. Rojnameya Fermî bi îmzeya Erdogan ev guhertin belav kir. Ev jî xuya dike ku êdî Qesr dê Kartên Zer bidin rojnamegeran. Demek dirêj e bi keyfî nêzî rojnamegerên karta zer dibûn. bihata hesabe wan dikaribûn betal kiribûna. Em bang li rêxistinên çapemeniyê dikin ku bi hevre tev bigerin û bi hevre biryar bistînin. Em dixwazin komîsyona ku rêgezên rojnamegeriyê diyar bikin ava bikin. "