Îhmalkariya li Bendava Dîcleyê 2018-12-15 09:09:29 AMED - Sekreterê TMMOB'ê Dogan Hatûn bal kişand ser texrîbata ji ber ava Bendava Dîcleyê û destnîşan kir ku ji ber hişyariyên meteorolojiyê esas nehatine girtin, di warê ekolojiyê de texrîbateke mezin rû daye.  Li navçeya Gêl a Amedê piştî qalpaxeke Bendava Dîcleyê şikiya ava Çemê Dîcleyê 6 metreyan bilind bû. Ji ber vê piraniya Baxçeyên Hevselê û gelek erdên çandiniyê di bin avê de man. Her wiha li hin deveran av gihaşt ber malan û li derdora Pira Deh Derî ya Amedê gelek kargeh di bin avê de man. Ji ber bilindbûna avç gelek heywan bi avê re çûn û gelek masî jî mirin. Hat diyarkirin wê roja yekşemê 270 milyon metrekup av bê tehliyekirin.    ‘LI BENDAVÊ ENDEZYAR TUNE BÛN'    Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ya Amedê Nîhat Noyan ku di nav heyeta li bendavê lêkolîn kir de cih girt, da zanîn ku li bendavê endezyar tune bûne, tenê peywirdarên ewlehiyê hebûne û her wiha nehiştine ew dîmen bigirin. Noyan got: "Dîmena me dît ev bû. Konsolosên pola yên qalpaxên bendavê bi betonê ve dikin hene. Ew konsolosên pola ji dîwar qetiyane. Wexta qetiyane makarayên bi xelatan qalpaxan vedikin û digirin qetiyane. Di asasê xwe de divê ev tişt pêk nehatana. Quwet çi dibe bila bibe divê neqetiyana. Lê qetiyane. Me ji peywirdarên wir pirsî, dibêjin asta avê pir bilind bû. Me qalpax bi qasî 40 santîmî vekiribûn. Careke din me xwest em vekin, lê qetiya."    'ZIRARA MADDÎ'    Noyan, destnîşan kir ku ji ber vê zirareke zêde ya maddî çêbûye û got: "Helbet ji ber li wir kes nemiriye em kêfxweş in. Hêvîdar im careke din bûyerên wisa neqewmin. Belê kes nemiroye, lê zirara maddî zêde ye. Amed di warê aborî de bajarekî xwe bi xwe têra xwe dike. Baxçeyên Hevselê zêde texrîb bûne. Her wiha hêla Fîskayayê jî di bin avê de maye."    ‘ÇIMA QALPAX NEHATIN KONTROLKIRIN?'    Noyan, bilêv kir ku ev yek ji ber îhmalkariyê rûdaye û got: "Em wisa difikirin ku îhmalkarî heye. Yek; ji bo çi hiştin asta avê bilind bibe? Dudo; çima asta avê bilind bû, quwet zêde bûbe çima ev qalpax li ber vê quwetê nikaribûn xwe ragirin? Sisê; Ji bo çi bi awayekî perîyodîk konsolos, xelat, cihên qalpaxan nehatin kontrolkirin? Ev pirs ji bo me girîng in. Noqteyeke din jî; peywirdarên li wir der barê vê de pir ne serwext in. Me ev pirs li ser hevdu kirin û îhmalkarî bi çavan dihat dîtin. Pêşniyara me ew e ku herdu qalpaxên din jî bên kontrolkirin. Tenê ne yên vê bendavê yên hemû bendavan." Noyan, destnîşan kir ku divê personel jî baş bên perwerdekirin û zirara rû daye divê demidlest bê tespîtkirin û tazmînata welatiyan bê dayîn.    ‘HEMAN RÎSK JI BO QALPAXÊN DIN JÎ DERBASDAR E'    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Endamê Platforma Parastina Baxçeyên Hevselê Dogan Hatûn jî, destnîşan kir ku hişyariyên meteorolojiyê esas nehatine girtin. Hatûn, diyar kir ku heman rîsk ji bo qalpaxên din jî derbasdar e û got: "Tê bîra we jî. Çend roj berê meteorolojiyê daxuynad wê baraneke zêde bê û divê tevrîd bên girtin. Lê belê me dît li bendavm tu tevdîr nehatine girtin. Li wir ji xeynî polîs û leşkeran em rastî tu peywirdarî nehatin. Lê me bendav dît. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, wexta av zêde dibe hewl didin qalpaxan vekin. Wexta vedikin konsolosên qalpaxan tevî xelatan diqetin. Qalpaxeke gelek mezin. Giraniya wê zêdetirî 50 tonî ye. Bi qasî me dît bi awayekî peryodîk ev qalpax nehatine kontrolkirin. Niha heman rîsk ji bo herdu qalpaxên din jî derbasdar e."    ‘TEXRÎBATA EKOLOJÎK ZÊDE YE'    Hatûn, anî ziman ku texrîbata ekolojîk gelekî zêde ye û got: "Axirê tu kes nemiriye. Ji Cizîrê heta Bismilê me xwe gihand gelek kesan. Kes nemiriye. Lê belê texrîbata ekolojîk pir zêde ye. Jixwe we dît bê Baxçeyên Hevselê ketine çi halî. Pira Deh Derî qedexe kirin. Me rewşa pirê jî dît. Av nêzî 4-5 metreyan bilind bûye. Erdên çandiniyê zêde texrîb bûn. Çend gund hene hîn me agahî ji wan negirtine. Di navbera Palûkê û Bismilê de 6 gund hene. Bi çem vene. Duh em li AFAD'Ê geriyan, gotin me hişyar kiriye. Lê wê ev lehî herî kêm 3 rojên din jî deam bike. Divê tim welatî bên hişyarkirin. Dibe hem ketibin derdê canê xwe hem jî yê malê xwe. Heta ji dest tê divê welatî ji rewşên wisa bên dûrxistin. Piştî av vekişiya wê asta texrîbatê tam aşkere bibe."    ‘TEVDÎR TUNE NE'    Hatûn, anî ziman ku li holê rîskeke mezin heye û got: "Eger bi awayekî perîyodîk kontrol neyên kirin û baran zêde bibare wê tesîrê li qalapxên din jî bike. Divê rayedar hay ji vê yekê hebin û li gorî wê tev bigerin. Me li bendavê tu pispor nedîtin. Û em nizanin kesên qalpaxên bendavê vedikin di warê teknîkê de çi qas serwext in. Bi qasî me dît di warê ewlehiya kar de tu tevdîr nehatine girtin."    Her wiha Hatûn, diyar kir ku heman talûke ji bo Bendava Mûsilê jî derbasdar e û divê rayedarên dewletê di vî warî de bi rayedarên li Mûsûlê re jî hevdîtinê çêbikin.    Hatûn, destnîşan kir ku pêdivî bi bendavan tune ye û got: "Bendav talûke ne. Dibêjin ji bo pêdiviya ceryanê. Li hinderan bendavên avê hene, lê belê pêdiviya ceryanê tenê ne ji ber bendava ye. Dikarin bi awayekî din peyda bikin. Enerjiyên alternatîf hene. Jixwe di rewşeke wisa de çêkirina bendavê çewt e. Bi salan e em dibêjin pêdivî bi bendavan tune ye. Ev rêya xwe dibîne û bi xwe re hemû tiştî jî dibe. Ev rastiyeke xwezayê ye. Ji bilî xwe tu tiştî qebûl nake. Ger texrîbatek hebe, berê vê texrîbatê dibe. Loma divê tevdîr baş bên girtin."    MA / Lezgin Akdeniz