'Erka PVSK'ê bi kêfî tê bikaranîn' 2018-12-15 09:08:42 AMED - Piştî qanûna PVSK'ê, Abdullah Arat û Cîhan Seyhan jî daxilî nav kesên bi îdiaya guh nedane hişyariya polîsan a "raweste" û nasname nîşan nedane û ji aliyê polîsn ve hatine kuştin. Parêzer Derya Yildirim, destnîşan kir ku ji ber erka bikaranîna çekê ya sînorên wê nediyar e hatiye dayîn, erka PSVK'ê bi awayekî kêfî tê bikaranîn.  Îsal jî gelek sivîl ji ber Qanûna Wezîfe û Selahaiyetên Polîsan (PVSK) bi guleyên polîsan hatin kuştin. Herî dawî li Stenbolê di dema 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de Cîhan Seyhanê 17 salî û li Amedê jî Abdullah Aratê 25 salî bi guleyên polîsan hatin kuştin. Parêzer Derya Yildirim, destnîşan kir ku ji ber erka bikaranîna çekê ya sînorên wê nediyar e hatiye dayîn, erka PSVK'ê bi awayekî kêfî tê bikaranîn.    Rêvebira Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Parêzer Derya Yildirim, di PVSK'ê ye behsa erka bêyî kes bê bandorkirin tê kirin, behsa erka kuştinê nayê kirin. Yildirim, bilêv kir ku ji ber erka bikaranîna çekê ya sînorên wê nediyar hatiye dayîn, erka PVSK'ê bi awayekî kêfî tê bikaranîn. Yildirim, anî ziman ku rêgeza hêza nehevgirtî tê paşguhkirin û got: "Ji ber maddeya wê ya hêza nehevgirtî tê paşguhkirin polîs jî vê erka di asta kuştinê de bi kar tîne. Dema mirov li bûyerên bi heman hincetî tên dubarekirin dinere, wisa xuya dike wê ev tişt dewam bikin."    POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ   Yildirim, bilêv kir ku tevî binpêkirina mafê jiyanê polîtîkaya necezakirinê jî didome û got: "Her wiha di bûyerê wisa de lêpirsîn baş nayên kirin, îfadeya polîsan dawî li jiyana mirovan tînin tê girtin û paşê vedigerin ser karê xwe. Ev yek dibe sedema zêdebûna bûyerên bi hinceta 'guh neda hişyariyên rawestandinê'. Yanî ji ber polîtîkaya necazekirinê rê li ber bûyerên vî rengî tê vekirin."    'POLÎSA NIKARE ZIRARÊ BIDE WELATIYAN'   Yildirim bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Amedê jî û got: "Di daxuyaniya walîtiyê tê tê gotin kes li noqteya kontrolê guh nedaye hişyariyê û piştî hişyariyê polîs berdaye. Lê belê di lêkolînên bên kirin û qeydên kamerayên li noqteya kontrolê wê her tişt aşkere bibe. Di bûyerên wisa wehîm de der barê polîsan de tê gotin 'lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.' Ev yek jî nîşan dide bê çi qasî hêsan nêzî vê yekê dibin. Lêpirsîneke çalak û adil nayê birêvebirin. Ger kesên dawî li jiyana mirovan tînin ji peywirê neyên dûrxistin, mirov nikare behsa lêpirsîneke çalak û adil bike."    Yildirim, destnîşan kir ku erkeke polîsan a zirarê bide tune ye û got: "Rayedar xwe dispêrin îdiaya 'guh nedaye hişyariyê'. Di qanûnê de hatiye diyarkirin welatî guh nede hişayriyê jî, dîsa erka polîs a kuştinê tune ye. Polîs bi hinceta welatî guh nedaye hişyariyê nikare zirarê bide mirovan."    MA / Lezgin Akdeniz