Jinên li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin 2018-12-14 17:17:24   MEXMÛR - 4 cenazeyê welatiyên sivîl ên di encama bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de li Kampa Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî hatin definkirin.    Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo merasîma oxirkirina cenazeyên 4 jinên ku di êrîşa şevê din a balafirên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan kom bûn. 4 jin bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin. Di merasimê de bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’  û ‘Bimre Îxanet’ hatin berzkirin. Piştî definkirina cenazeyan gel ji goristanê veqetiyan.