Kesên di qedexeyan de jiyana xwe jidest dan hatin bibîranîn 2018-12-14 16:01:22   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê di 3'yemîn salvegera qedexeyên derketina kolanan de kesên jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn. Di çalakî û daxuyaniyê hatin li darxistin de, wiha hat gotin: "Em bi Mehmet Tunç û rêhevalên wê serbilindin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP'ê, bi boneya 3'yemîn salvegera qedexeyên derketina kolanan û dûrpêçkirina navçeyên herêmê li gelek bajaran çalakî û daxuyanî pêk anî.    AMED       Di daxuyaniya li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê hat lidarxistin de, pankarta "Çî dîbe bîla bîbe dê encam mûhteşem be" hat vekirin, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllarî, aktîvîstên TJA, rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdar bûn. Li ser navê partiyê Remziye Tosûn axivî û wiha got: "Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê bi sedan sivîl hatin kuştin. Di encama van polîtîkayan de îro êrîşê Mexmûr û Şengalê jî dikin. Emê hesabê van hemû sûcan li pêşberî gel ji wan bipirsin."    ÊLIH   Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî, bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevberdevka Têkiliya Bi Gelre ya Navenda HDP'ê ya Navçeyê Sabahat Acar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wan hotiya li bajarên Kurdan hatin kirin qet jibîr nekiriye û dê nedin jibîr kirin. Piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin.    DÎLOK    Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Dîlokê  jî, li avahiya partiyê ya  Dîlokê civîneke bîranînê lidar xist. Di civînê de piştî deqeyek rêztgirtinê Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir hatin bibîr anîn.     MÊRSÎN   Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka  HDP'ê ya Mêrsînê Zûhal Onen, di civînê axivî û bal kişand ser qedexeyên derketina kolanan. Onen, diyar kir ku şerê ku AKP dide meşandin bû sedema  kuştina bi hezar sivîl û wiha got: "Emê wan rojan qet ji bîr nekin." Piştî axatina Onen daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.    WAN   Li ber avahiyaHDP'ê ya Wanê jî bi tevlêbûn hevserok, rêveberên HDP'ê, DBP'ê yên bajêr, parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç û nûnerên KCD'ê, aktivîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Di çalakiyê de wêneyê Mehmet Tunç û Dayika Taybet ku di berxwedana xwerêberiyê de şehîd bûbûn hatin hildan, pankarta bi nivîsên ''Me serî netewand, bi me serbilind in'', ''Em bi we serbilind in'' hate vekirin.   HILWEŞANDINA KU 2015'AN DEST PÊ KIRÎ   Parlametnerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç axivî û got, ''14'ê Kanûna 2015'an li dijî bajarên Kurd pêvajoya hilweşandinê dest pê kir. Di pêvajoya 3 salan de hovîtiyeke mezin hate kirin. 2013'an Rêzdar Abdullah Ocalan di şertên dijwar de bi pêvajoya ku dayî destpêkirin ji gelên Tirkiyê re bû hêviyek. Di vê demê de yek cenaze nehat, lê hikûmeta AKP'ê bi plana têkşikandinê ev pêvajo qedand û pêvajoya hilweşandinê da destpêkirin.''   ÊRÎŞ ANÎN SER GIREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Sarisaç çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist, diyar kir li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 3 sal in tecrîdeke giran heye û greva birçîbûnê li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin. Sarisaç got ji bo desteka li greva birçîbûnê li Wanê jî greva birçîbûnê dest pê kiriye, lê bi rengekî nehiqûqî hêzên çekdar ên Tirk erîş birine ser çalakgeran û gelek hevalên wan destgîr kirine.   'ARMANCA ÊRÎŞAN KURD IN'   Têkilî êrîşa balfirên şer ên Tirk ên  li ser Mexmûr û Şengalê jî Sarisaç got, ''Bi êrîşa hewayî ya li ser Mexmûrê û Şengalê mirovên sivîl têne qetilkirin. Kurd ji van deran çûn, xwe li Mexmûre girtin lê dîsa jî xilas nebûn. Gelê Şengalê ku bi berxwedana xwe ji DAÎŞ'ê xilas bû, niha Tirkiye êrîşê dibe se wan. Ev hemû êrîş li dijî Kurdan in. Lê gel li dijî van hemû êrîşan li ber xwe dide. Gelê me li ber xwe dide. Gelê me plana têkşikandinê qebûl nake. Em li ber Mehmet Tunç û hevalên wan bejna xwe ditewînin.''