KESK’ê ji bo beşdariya mitînga herêma Amedê bang kir 2018-12-14 15:26:09   AMED – Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk li dijî polîtîkayên antîdemokratîk her kesî vexwend mitînga 16’ê Kanûnê ya herêma Amedê.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) dê bi dirûşma “Li dijî feqîrî, bêkarî û bêewlehiyê bi hev re têkoşîn” di 16’ê kanûn3e de li Qada Îstasyona Amedê mitînga herêmê li dar bixe. KESK’ê bi armanca bangewaziya beşdariya mitîngê li avahiya Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Giştî yên KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Aysun Gezen û rêveberên şaxên KESK’ê ya Amedê beşdarî civînê bûn.    ‘LI DIJÎ PÊKANÎNAN BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBIN’    Hevserok Mehmet Bozgeyîk di civînê de bal kişand ser pêkanînên antîdemokratîk, bêkarî, feqîrî û bêewlehiyê ya li Tirkiyeyê û wan li dijî van pêkanînan bi aliyên muxalîf re li dijî vê yekê têkoşiyan e. Bozgeyîk got dê ew li dijî van hemû pêkanîn di 16’ê Kanûnê de li Amedê mitînga herêmê li dar bixin û hemû kesî vexwend mitîngê. Bozgeyîk da zanîn ku krîza aborî tesîrek neyînî li ser hemû aliyên li Tirkiyeyê dike û hemû ev aliyên muxalîf rastî zextên AKP’ê tên.    ‘XEBATÊN ME TÊN ASTENGKIRIN’    Hevseroka KESK’ê Aysun Gezen jî destnîşan kir ku xebata wan a mitîngê li Amedê tê astengkirin û got: “Me ji bo mitîngê destûr girtiye. Li gel vê yekê jî xebatên me yên mitîngê li ser muameleya kêfî tên astengkirin. Xebata sendîkayî maf e. Di esasê xwe de yên ji xebata sendîkayê re asteng derdixin sûc dikin. Yên vê van astengiyan derdixin dê li hember hiqûqê hesab bidin.”    Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.