Li vî gundî 'Otel' komîn e 2017-10-31 09:18:47 WAN - Gundiyên Dêra ya Navçeya Miksê xaniyekî axînî vala kirin û wekî mevanxaneya gund ji xizmeta mêvanan re vekirin. Mêvanxaneya ku wekî 'Otela Gund' tê bi navkirin hemû pêdiviyên wê bi awayekî hevpar tê temînkirin.  Li Gundê Dêra yê Navçeya Miksê ku 7 kilometre dûrî navçeyê ye, gundiyan xaniyekî axînî ji bo mêvanan vala kirine û kirine mêvanxaneya gund. Welatiyên ku mêvanxaneyê wekî "Odela Gund" pênase dikin, hemû pêdiviyên wê di nava xwe de bi ayakeyî kolektif temîn dikin. Mêvanên ku diçin gund li vê mêvanxaneyê radizên û tu hew ji wan nayê stendin. Welatî hemû pêdiviyên mêvanan û mêvanxaneyê di nava xwe de parve dikin. Welatiyên ku Dêra Alîaga xistine bin parastinê dixwazin turîstên ermenî hem bên gund û hem jî dêrê ziyaret bikin.    Li gundê ku ji 7 malan pêk tê, hemû paqijî, xwarin û pêdiviyên mêvanan bi awayekî kolektif û hevpar tê amadekirin. Li mêvanxaneya ku ji 2 ode, serşok û destavxaneyê pêk tê, têra mêvanan nivîn jî hene.    Melayê Gund Mehmet Vefa, bal kişand ser Dêra gund a ermeniyan û diyar kir ku ji ber bê xwedî maye xera dibe. Vefa, anî ziman ku ew qimetek mezin didin Dêrê û baweriya ermeniyan û bang li Ermeniyan kir ku bên dêrê ji nuve ava bikin û gund ziyaret bikin. Vefa anî ziman ku ger ermenî bên gundê wan dê li Mevanxaneyê bikin mêvan û hemû pêdiviyên wan temîn bikin.    Gund ji ber cihê wî pir bilind re heftê 2 rojan serwîsa gund diçe navçeya Miksê. Ji ber ku gelek caran rê girtî ye welatî bi meş diçin navçeyê û bi qasî 2 saetan rê dimeşin.      MA / Seda Taşkin