Bi hezaran Mexmûrê êrîş şermezar kirin 2018-12-14 15:13:27   MEXMÛR - Bi hezaran şêniyên Kampa Mexmûrê, ber bi nûnertiya NY’ê ya Mexmûrê ve meşiyan, êrîş şermezar kirin û bang li hemû hezên eleqedar kirin ku helwest xwe nîşan bidin. Piştî meşê di daxuyaniya hat dayîn bang li gelê Kurd hat kirin ku dakevin qadan.   Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo merasîma oxirkirina cenazeyên 4 jinên ku di êrîşa şevê din a balafirên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan kom bûn. Girseya gel a ku li ber avahiya Navenda Çanda Mexmûrê kom bû, ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiya. Di meşa ku bi hezaran kes tevlî dibin de, bê navber dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, alên HPG, PKK û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin.   Piştî meşa ku şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî tevlî, li ber avahiya Nûnertiya NY’ê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniyek hat dayîn.   Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ve hat xwendin wiha ye:   “Em weke gelê penaber ê Mexmûrê êrîşa ku li ser nirx û hebûna me pêk hatî û 4 hemwelatiyên me şehît ketin, hemû hêzên li hemberî vê bûyekê bêdeng dimînin û hevkarên van kiryaran şermezar dikin.   Bi konseptekê êrîşên hemwext pêk anîne, dewleta dagirker li her qadeke ku Kurd serkeftin û destkeftiyan bidest dixin, êrîş dike. Ev êrîşa li ser Mexmur û Şengalê xweranegirtina dewleta Tirk a li hemberî hêza gelê Kurd e.   Gelê Wargeha Mexmur ku 25 salin li xaka Başûrê Kurdistanê dijî, bi dehan caran bi êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê re rû bi rû maye. Ji ber van polîtîkayên belavkirin û tasfiyekirina wargehê, vî gelî bi neçarî 8 wargeh guhertine. Gelê wargehê ku bi erêkirina Komara Iraqê û NY’yê lis er vê xakê bicîh bû, di nava 2 salan de 2 caran rastî êrîşên hewayî hat û carekê 5, carekê jî 4 hemwelatiyên wê hatin şehîdkirin. Ruxmê ku wargeheke sivîl e û dibin parastina NY’ê de ye, pêkahatine van êrîşan bi serê xwe bêberpirsyartiya hêzên peywendîdar radixe ber çavan. Em Kurd in û li Başûrê Kurdistanê dijîn. Li hemberî van êrîşan bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û gel, ruxmê ku di bin sîwaneya NY’yê de ye bêdengiya NY’ê û li beramberî îhlalkirina sînorê dewletê, bêdengiya dewleta Iraqê dijminahiya li hemberî gelê Kurd û nirxên wê dide diyarkirin. Mexmur qada destpêkê ku dijminê mirovahiyê DAIŞ lê hatiye şikestin e.   Bêguman em baş dizanin ku ev êrîş ne tenê bi destê dewleta Tirk pêk tên, ev êrîşên li ser nirxên gelê Kurd, di asta navnetewî de ne. Girankirina tecrîda li ser Rêbertiya me, biryara derbarê hersê pêşengên şoreşa me û ev êrîş berdewama komploya navnetewî ne û di encama tavîzdayîna hêzên ku hesabên wan li ser Rojavayê Kurdistanê hene de, pêk tên.  ­Her weke kî ku ji Erdogan re gotibin, ‘Li Rojava em hene, ji ber wê li gorî pîvanên me tevbigere, lê li beramberî wê tu dikarî li cihên din hinek tiştan bikî.’ Her dema ku li Rojava pergal dibe mijara nîqaşê û dewleta Tirk li wir tengav dibe, êrîşî cihên din dike. Careke din dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, tevahiya cîhanê rola 3 meymunan dilîze, ‘Min nedîtiye, ne hibîstiye û ez tiştekî nizanim’. Di van êrîşan de zagonên NY’ê, sînorê dewleta Iraq û peymana Cinêv tê binpêkirin, lê belê yek ji van aliyan dengê xwe dernaxîne. Ev jî hesabên qirêj û veşartî dide diyarkirin.   Bêdengmayîn pejirandin û desturdayîna ji bo êrîşên nû ye. Di 6’ê Kanûna 2017’an de êrîşeke hewayî liser Wargeha Mexmur pêk hat û di encamê de 5 hemwelatî şehît ketin. Lê tevhî hemû hewldan û bangawaziyan jî, NY li erk û berpirsyariya xwe xwedî derneket û rêya êrîşa ku 13’yê Kanûna 2018’an pêk hatî, hiştibû. Ji ber vê yekêem NY, dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixwînin ku li ser erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Qet nebe rûmeta xwe biparêzin, êrîşên li ser penaberên mêvanên xaka wanin û bidin parastina wan de ne, destek nekin, lê li berberamberî êrîşan berteka xwe nîşan bidin. Weke gelê wargehê em dipirsin; gelo wê berteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê êrîşê çi be? Wê bersiva dewleta Iraqê li beramberî êrîşa li ser xaka wan çibe?   Em wekî penaberên Mexmur dibêjin hebûna me bi nirx, destkeftî û nasnameya Kurdîniyê bi wate dibe, li hemberî zor û zehmetiyan berxwedaneke bêhempa hatiye raberkirin û wê ji îro pê de jî hebûn û jiyana me liser xeta berxwedan û têkoşînê be. Seferberiya niha li Rojava hatiye destpêkirin, em silav dikin û bang li tevahiya gelê Kurd yê li welat û derveyî welat dikin ku ji bo hebûn û nirxên xwe, ji bo serxistina xeta mirovahiyê dakevin qadan û bi şîara ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tevlî seferberiyê bibin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bimre dagirker û emperyalîst”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bidawî bû.   Piştî daxuyaniyê girseya gel vegeriya Navenda Çand û Hunerê û cenazeyên 4 jinên jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Goristana Şehîdan ve birin.