‘Berxwedana li dijî zilmê derket holê me ji bîr nekiriye’ 2018-12-14 14:51:28   ŞIRNEX /MÊRDÎN - Di daxuyaniyên 3’yemîn salvegera qedexeya derketina derve yên li navçeyên Cizîr û Sîlopî hatin dayîn de, wiha hat gotin: “Berxwedana li dijî zilmê derket holê me ji bîr nekiriye. Em tîmsalên berxwedanê bi şanazî û mînet bibîr tînin.”   Di 3’yemîn salvegera qedexeya derketina derve yên di çarçoveya “Plana hilweşandinê” de li navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê hatin îlankirin de, li Şirnex û Mêrdînê daxuyaniyê hatin dayîn.      Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê li avahiya partiyê daxuyanî da û di dema daxuyaniyê de bi sedan polîs avahî girtin ablukê. Dayika Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç ê di dema qedexeyê de bi gelek hevalên xwe re di jêrzemînan de asê man û jiyana xwe ji dest dan Esmer Tunç, malbatên xizmên xwe di qedexeyê de windar kirin, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr, daxuyanî da û wiha axivî: “Bûyerên di dema qedexeyan de hatin jiyîn, di warê civakî de di asta erdhejê debû.”   Îmîr, di dewama  axaftina xwe de wiha got: “Di dema qedexeyan de mafê perwerde, tenduristiyê û jiyana mirovan tune hatin hesibandin. Ev hemû di çarçoveya ‘Plana hilweşandinê” ya ku hikûmeta  AKP’ê amade kiribûn hatin kirin. Di jêrzemînan de mirov hatin kuştin, cenaze bi rojan li kolan erdê man, mirovên li ser nimêjê hatin gule baran kirin û zarok hatin kuştin. Dinava vê pêvajoyê de, bi zarokên me yên bedena wan hatin parçekirin re aştiya civakî jî parçe parçe kirin.”   ‘EM BI TUNÇ Û RÊHEVALÊN WÎ SERBILINDIN’   Îmîr, bal kişand ser zilma desthilatdariya AKP’ê ya li dijî gelê Kurd û wiha bilêv kir: “Me berxwedana li dijî vê zilmê li hafizeya xwe koleya. Bêguman dê rojekê hesabê van hemû sûcan bên pirsîn. Em bi vê boneye Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Berjîn Demîrkaya, Azîz Yûrak, Rohat Aktaş, Rozerîn Çukur û hemû tîmsalên berxwedanê bi şanazî û mînet bibîr tînin.”   Piştî daxuyaniyê malbatan dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.    LI 3 NAVENDÊN MÊRDÎNÊ DAXUYANÎ HATIN DAYÎN    Bi heman armancê li navçeyên Nisêbîn, Derik û Kerboran ên Mêrdînê jî daxuyanî hatin dayîn û mewlîd hatin xwendin. Daxuyanî li avahiyên HDP’ê pêk hat. Malbatên xizmên xwe di qedexeyan winda kirin, endam û rêveberiyên partiyê beşdarî daxuyaniyan bûn.    Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye  Demîr di daxuyaniya hat dayîn de, daxuyaniya ji navenda giştî ya partiyê hatibû şandin xwend. Daxuyaniya vê derê jî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.