Welatiyê piştî îfade da dîsa hat binçavkirin hat berdan 2018-12-14 14:36:36   RIHA – Halîl Erbûl ê ku duh li Rihayê hat binçavkirin û berdan û dîsa vê sibê hat binçavkirin piştî îfade da dozgeriyê hat berdan.    Welatiyê bi navê Halîl Erbîl (45) duh li taxa Goganê ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve hatibû binçavkirin û hat berdan, vê sibehê dîsa ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin. Erbîl bi hêceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin û wî derxistin Edliyeya Rihayê. Erbîl piştî îfade da dozgeriyê hat berdan.