Girtiya 80 salî Meles Tekîn nayê dermankirin 2018-12-14 13:42:57   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, bi armanca balê bikişîne ser nexweşî û daxwazên girtiya 80 salî Meles Tekîn a li Girtîgeha Xerpêtê pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne.    Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, bi armanca balê bikişîne ser girtiya nexweş Meles Tekîn a 80 salî pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne. Gunay, anî ziman ku Tekîn temenê wê yê nasnameyê 73 lê yê fermî 80 salî ye û wiha got: "Meles Tekîn divê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Xerpêtê ji ziravê xwe bê emeliyatkirin. Lê ji ber temenê wê mezin e û girtî ye, emeliyat ji bo wê di  van şertan de rîskekî mezin e. Dîsa bi tirkî nizane. Ji ber bi tirkî nizane nikare bi rayedar û bijîşkan re diyalogê dîne û nikare pirsgirêkê xwe bîne ziman. Tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran dîsa Meles Tekîn sewqî Girtîgeha Mêrdînê ku li bajarê wê ye nekirin. Dîsa gelek caran ziyaret tên astengkirin. Ji bo Meles Tekîn bê dermankirin, heta niha rayedarên girtîgehê daxwazên wê nebersivandine.    Li gorî vê yekê:    * Ji bo Meles Tekîn di nava şertên guncav de bê dermankirin heta niha çi hatiye kirin?  * Ji bo Meles Tekîn sewqî Girtîgeha Mêrdîn bê kirin daxwazname hatin dayîn. Lê çima daxwazname nehatin bersivandin?   * Meles Tekîn divê ji torbeyê zirav emeliyat bibe. Lê ji ber nayê emeliyatkirin talûke zêdedibe. Tedbîrê wezaretê çine?  * Heta niha çend jin û mêr ên temenê wan zêdeyî 60 salî girtî ne.  * Ji bo girtiyên neşweş û girtî karibin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin hûn dê çi guhertinan bikin?  * Di serdema wezareta we de çend kesan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da? * Ji bo girtî karibin bi zimanê zikmakî daxwaz û pirsgirêkên xwe bînin ziman dixwazin bi kurdî daxwaznameyan binivîsin. Ji bo vê yekê hewldanên we çine. Komîsyona kurdî heye ?