Hevserokên HDP’ê: Her ku hilbijartin nêz dibe şer geş dikin 2018-12-14 13:38:39   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê, têkildarî daxuyaniya Serokkomar Erdodan a operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û gotin: “Her ku hilbijatina herêmî nêz dibe, şer geş dikin.”   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, derbarê daxuyaniya Serokkomar Recep Tayîp Erdogan a operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya sernavê wê “Her ku hilbijarina herêmê nêz dibe şer geş dibe” hat weşandin wiha ye:    “Her ku hilbijartina herêmê ya 31’ê Adara 2019’an de nêz dibe, Serokkomar Erdogan ji bo pihêtkirin hilbijêrên xwe yên netewperest, polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn û şer derdixe pêş. Erdogan di axaftina xwe  ya li Zîrveya Sanayî ya Partina Tirk de got  ku ewê li dijî Rojhilatê Firatê yê Bakûrê Suriyeyê dê operasyona leşkerî li dar bixin. Piştî vê daxuyina Erdogan şevêdin derdorên Şengal û Maxmûrê hatin bombebarkirin. Erdogan bi vê xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve dibe.    GOTINA ÊRÎŞAN TÊ WATEYAN ÊŞÊN NÛ    Erdogan di gotina xwe de got ‘Em Efrîn bi ewle kir,’ lê gelê herêmê ji ber dagirkeriyek giran hîna jî li ber xwe dide û gotinên êrîşan tenê êş û wêrankirinê bi xwe re tîne. Em bi bîr bixin ku nêzî 200 hezar Efrînî ji mal û milk, cih û warên xwe bûn, necar man ku axa xwe terk bikin û bi sedan kes jî jiyana xwe ji dest dan. Cihên dîrokî yên dibin parastina UNESCO de, zeviyên zeytûnên gel, qadên dîrokî yên gel û bendava ku ava pêdiviyên gel pêşwazî dikirin hatin wêran kirin û hilweşandin.  Çeteyan li Efrînê jiyan kirin dujeh.   DI HEDEFA ERDOGAN DE KURD HENE   Di demekê de ku şerê li Sûriyeyê li ber çareseriya siyasî û demokratîk e, divê hêzên navneteweyî û hêzên demokrasiyê nekevin xefika hikûmeta AKP'ê. Ev şerxwaziya ku Erdogan ji bo propagandeya hilbijartinên herêmî dike, wê rê li ber encamên gelekî giran veke. Wê derbeke giran li armanca aştiya herêmî bixe. Di hedefa Erdogan de ne DAIŞ û çeteyên wê , gelên Kurd, Ereb û mûtefîkên wan hene.     Em bang li Serokkomar Erdogan û hikûmetê dikin ku vê helwesta neaqilane biterikinîn û ji raya giştî ya neteweyî û navneteweyî jî em dixwazin ku  li dijî gefên tên xwarin hişyar bin û bêdeng nemînin.”