Dadgehê 1 sal 10 meh û 15 roj ceza li Rojnameger Yasul birî 2018-12-14 13:23:08   STENBOL - Dadgeha Stenbolê 1 sal û 10 meh û 15 roj ceza li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin Îshak Yasul birî.    37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 1 sal û 10 meh u 15 roj ceza li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin, Îshak Yasul ê girtî tê darizandin birî. Danişîna biryarê ya Yasul îro li 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Yasul  ê girtî tê darizandin bi Rêya SEGBÎS'ê beşdar bû. Dadgehê bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye, 1 sal û 10 meh û 15 roj ceza birî. Heyetê delîla sûc jî damîna rojnameya http://demokrasi44.com/ nîşan da. Lê domaîna ku dadgehê wekî delîl nîşan da jî ne li ser navê  Îshak Yasul li ser navê kesek din qeyd kirî bû. Heyetê nivîsa BTK'ê jî li ber çavan negirt.