Li Rihayê 2 welatî hatin binçavkirin 2018-12-14 12:29:17   RIHA – Li Rihayê welatiyê bi navê Halîl Erbîl ê duh îfadeya wî hat girtin û berdan û Halîl Polat hatin binçavkirin.    Li gundê Goganê ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve welatiyê bi navê Halîl Erbîl (45) ji ber hêceta parvekirinên medya civakî duh hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyên Erbîl hatin girtin ew berdan. Vê sibê dîsa di ser de girtina mala xwe de hat binçavkirin.    Li aliyê din kurê keyayê gundê Karkutlu ya bi ser navçeya Bêrecûka Rihayê Ethem Polat, Halîl Polat di ser de girtina eskeran ku avêt ser mala wî hat binçavkirin. Keyayê gund Ethem Polat di 18’ê mijdarê de hatibû girtin.    Hêceta binçavkirina her du welatiyan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.