Di hevdîtina malbatan de lêgerîna tezî ferzî girtiyan kirin 2018-12-14 12:28:42   TEKÎRDAG - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, diyar kirin ku bi çalakiyên greva birçîbûnê re binpêkirinên mafan zêdetir bûn û di hevdîtina malbatan lêgerîna tazî li ser wan tê ferzkirin.   Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdenm û durvegera a 10 rojan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Girtiyan bi navbeynkariya malbatên xwe, diyar kirin ku ji roja dest bi çalakiyê kirin û vir ve zextên li ser wan zêdetir bûne.   Girtiyan bi rêya malbatên xwe ev agahî dan: “Gardiyenên di dema hejmarê de, dikevin qawişan dixwazin me provoke bikin. Dibin navê lêgerîna qawîşan de, hemû alavên me belav dikin. Bi van êrîş û zextan dixwazin em dawî li çalakiya xwe bînin.”   'DIXWAZIN DANÛSTANÊ QÛT BIKIN'   Girtiyan, dan zanîn ku di hevdîtina  malbatan de lêgerîna tazî ferzî wan tê kirin û wiha gotin: “Girtiyên li dijî vê pêkanînê derdikeve rastî êrîş û derben gardiyenan tên. Me xwest em hevdîtinê bi rayedarên girtîgehê re bikin, lê bi tu awayî bersiv nedan me. Bersivê nadin daxwaznameyên me jî. Dixwazin danûstana bi girtiyan qût bikin.”