Doza Nisêbînê: 53 girtî dê di danişîna bê de amade bin 2018-12-14 12:05:10   MERDÎN - Di Doza Nisêbînê de, biryar hat dayîn ku di danişîna werê de 53 kesên tên darizandin di danişînê de amade bin.     5’emîn danişîna darizandina 53 kesên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de hatin tahliyekirin û girtin û derbarê wan de cezayê muebeta giran tê xwestin di roja 5’emîn bi dawî bû.    Şandeya dadgehê, di danişîna li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ya li salona Midûriyeta Bajar Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) hat dîtin de, biryar da ku girtina girtiyan berdewam bike. Dadgehê dûre biryar da ku di danişîna werê de 53 kesên tên darizandin di danişînê de amade bin û danişîn taloqî 25’ê Sibatê kir.