Parlamenterê Parlamentoya Konseya Ewropa: Pêkanînên li Îmraliyê binpêkirina mafan e 2018-12-14 11:58:30   ENQERE -  Parlamenterê Koma Çep a Meclîsa Parlamenteryiya Konseya Ewropa Miren Gorrotxategui Edurne, peyama piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye grevê da û diyar kir ku pêkanînên li Îmraliyê  binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e. Parlamenterê Partiya Çep a Almanya Hakan Taş jî anî ziman ku ew Leyla Guven bi tenê nahêlin û got: "Em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan bê berdan."    Parlamenterê Koma Çep a Meclîsa Parlamenteryiya Konseya Ewropa (AKPM) Miren Gorrotxategui Edurne û Parlamenterê Parçiya Çep a Eyaleta Berlîn ya Almanya Hakan Taş, bi armanca doza Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî tê darizandin bişopîne hat Enqereyê. Edurne, der barê binpêkirina mafan a li Tirkiye û rewşa Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.  Edûrne, peyama piştgiriyê da Hevseroka KCD'ê Leyla Gunen ku 37 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye grevê.    ‘TIRKIYE VAN PÊKANÎNAN KEYFÎ DIKE'   Parlamentera Koma Çep a AKPM'ê Edurne, diyar kir ku gelek caran ji bo dozên li Tirkiye tên dîtin bişopîne xwest bê Tirkiye, lê hatina wê hat redkirin û wiha got: "Berê ez endama delegasyona aştiyê ya Îmraliyê bûm. Wekî delegasyon min xwest biçim Îmraliyê. Lê ev daxwaza min red kirin. Min gelek caran xwest li Tirkiye dozê bîşopînim. Lê serlêdanên min hatin redkirin. Pêkanînen Tirkiye nîşan dide ku çiqas ji demokrasiyê dûr in."     ‘ÇALAKIYA LEYLA GUVEN GIRÎNG E'   Edûrne, da zanîn ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan pir girîng e û wiha got: “Pêkanînên li Îmraliyê tên kirin pir dûrî mafên mirovan in. Li dijî mafê mirovan e. Heta niha tu carî kesekî-ê ji bo kesektî jiyana xwe feda nekiriye. Çalakiya Guven pir girîng e. Ez hespê piştevaniyê parve dikim. Ez dixwazim Leyla Guven bi zindî bibînim. Ez ji bo wê bi fikar im."   ‘LIGEL BIRYARA DADGEHÊ EZ QEBÛL NEKIRIM'   Parlamenterê Partiya Çep a Almanya, Hakan Taş jî anî ziman ku li gel biryara dadgehê hebû ku tev li danişînê bibe jî dîsa destûr nedan wî ku bê tev li danişînê bibe û wiha got: “Em hatin danişina doza Birêz Selehattîn Demîrtaş a li Kampusa Sincanê ya Enqereyê bişopînin. Lê destûr nedan ku em parêzer û parlamenter beşdarî danişînê bibin. Ev bi xwe nîşan dide ku Tirkiye çiqas dijdemokratîk e. Polîsên li ber derî biryara dadgehê xistin bin piyan û destûr nedan ku ez derbasî salonê bibim. Ev şerma herî mezin e. Di 26'ê Kanûnê de li Amedê danişîna Leyla Guven heye. Ji bo ez tev di danişîna wê bibim ezê bêm Amedê. Birêz Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan ketiye grevê. Em çalakiya Leyla Guven mafdar dibînin. Devê em piştgiriya Leyla Guven zêde bikin. Ji bo tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi lez bê dakirin divê em piştevaniyê xurttir bikin. Em hevî dikin ku di demek nêzîk de ev tecrîd bi dawî bibe. Piştî tecrîdkirina birêz Ocalan dest pê kir, pêvajoya aştiyê bi dawî û şer dest pê kir. Piştî tecrîdê krîz kûr dû. Di şertên tecrîdê de hevdîtina ji bo aştiyê ne pêkan e. Berî her tiştî em parlamenterên koma çep ên Ewropa em dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dixazin welatên Ewropa qedexeya li ser PKK'ê bi dawî bikin Divê êdî PKK xwedî statuyek fermî û zagonî be.    'EM DIXWAZIN OCALAN BÊ BERDAN'   Taş, anî ziman ku wan çalakiya Leyla Guven birin rojeva meclîsa ewropayê û wiha bi dawi kir: "Me çalakiyên ji bo Leyla Guven ên li Ewropa ziyaret kir û me piştgirî dan wan. Em Leyla Guven bi tenê bernadin. Em dixwazin daxwazên wê pêk bên. Em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan bi lez bê berdan."    MA / Selman Güzelyüz