Nasnameya kesên li Mexmûrê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn 2018-12-14 11:57:02   MEXÛR - Meclîsa Gel a Mexmûrê nasnameya kesên şevê din di êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.    Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê daxuyaniyek da û nasnameya kesên şevê din di êrîşa hewayî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya li ser Mexmûrê de jiyan xwe ji dest dan, eşkere kir. Meclîsa Gel a Mexmûrê, diyar kir ku sê ji kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan ji heman malbatê ne. Meclîsê, zanî ziman ku di êrîşê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê  Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsê di daxuyaniya da de wiha got: "Malbat ji bo ku li sewalên xwe binerin dema ku diçin kox, balafirên şer ên TSK'ê wan bombebaran dikin." Meclîsa Gel, da zanîn ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn dê di saeta 13.00'an de merasîma cenazeyan li bixin.   Di heman demê de gelê kampê, ji serê vê sibê de li qada kampê kom bûyîne û tu kargeh li kampê nehatine vekirin.