Çemê Dîcle 6 metran bilind bû, welatiyan malên xwe terk kirin 2018-12-14 11:13:06   AMED - Piştî deriyekê Bendava Dîcle teqiya nêzî 6 metreyan Çemê Dîcle bilind bû û di serî de Baxçeyên Hewselê gelek zeviyên çandiniyê dibin avê de man.   Hat diyar kirin ku ji ber barîna zêde ya di rojên dawî de, bi armanca hevsengiya ava zêde ya Bendava Dîcle ya navçeya Gêl a Amedê 3 deriyên bendavê duh bi şev hatin vekirin û piştî demekê deriyek diteqe û ber avê dikeve. Ji ber bilind bûna Çemê Dîcle 2 deriyên bendavê tên girtin û bi awayekê pir zêde av ji bendavê diherike.   ÇEM 6 METRAN BILIND BÛ   Beşek rêya bendavê ji ber ava şid hilweşiya û dîsan pira Dîcle ya nêzî bendavê bi rîska hilweşê re rû bi rû ye. Ava ku heya qadên daristanê bilind bûyî, hinek dar ji kokde rakirin. Li gorî agahiyên ji rayedaran hatin girtin, 6 metre av bilind bûye û 9 metre jî fireh bûye.    BENDEWARTIYA WELATIYAN DIDOME    Ava ku ji duh şev de bi awayekê bêkontrola ji bendavê dihereke bû sedema gelek masiyan û welatiyên  ku ji ber bilindbûna avê malê xwe ter kirin, li bendêne ku av kêm bibe.    Hat diyar kirin ku li aliyê din jî Bendava Devegeçîdî jî mîna Bendava Dîcle pir tije bûye.