'Tişta ku dar jibîr nake, dê mirov çawan ji bîr bike’ 2018-12-14 10:37:35   ŞIRNEX - Bav Selîm Ozkul ê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de, gava li bendê bû cezaneyê kurê xwe Mehmet teşhîs bike, rastî cenazeyê kurê xwe Star hat, di salvegera 3’yemîn a qedexeyê de dara li baxçeyê malê nîşan da û got: “Tişta ku dar jibîr nekin, dê mirov çawan jibîr bikin.”    Ligel ku 3 sal bi ser qedexeya derketina derve ya 79 rojan a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê re derbas bûn jî, cenazeyê 13 kesên bi awayekê birîndar di jêrzemîna malekê de asê man û hatin şewitandin hîna jî nayê zanîn li ku derêne. Malbatên Ferîde Yildiz, Sakîne Durmiş, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîşî, Servet Aslan, Îdrîs Sûsin, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osamna Esmeray, Mûstafa Keçanlû û Emrah Aşkin ligel ku bi dehan çar mînaka DNA’yê dan jî, cenazeyê wan nehat dîtin. Malbat dixwazin kêleke gora zarokên wan hebe ku rondikên çavên xwe li ser bibarînin.    DEMA LI BIRAYÊ MEZIN DIGERIN BIRAYÊN BIÇÛK DÎTIN    Yek ji van malbatan, malbata Mehmet ê 26 salî û Star Ozkul ê 19 salî ku bi gelek kesan re di jêrzemînên malan de asê man û jiyana xwe ji dest dane ne. Malbata Ozkul ê 3 zarokên wan hene, piştî qedexeyê dimildest ji bo kurê xwe Mehmet diçin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Lê malbat, li vê derê li şûna Mehmet rastî cenazeyê Star ê nû nîşanî bûbû tên. Malbat bî vî awayî hîn dibe ku 2 zarokên wan jiyana xwe ji dest dane. Piştî demek şûn de ji malbatê re hat gotin ku cenazeyê Mehmet li goristana bêkesan hatiye definkirin.    'MEX, KESÊN BÊMAFIYAN DIKIN EFO NAKE'   Malbat Ozkul ligel vê êşa xwe ya bêtarîf jî, li taxa ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dan dijîn. Koçikê şirin ê binavê “Mex” ê di dema qedexeyan de ji aliyê rojnamevanekê li kolanê hat dîtin û bir avahiya şarederiyê û dûre derket ku yê birayên Ozkule ji bo malbatê teselliya serekeye. Bav Selîm Ozkul, diyar kir ku ew dizane ka dê kî kez bike û wiha got: “Mex kesên bêmafiyan dikin efo nake. Ev bîranîna   zarokê me ye ji bo me mayî. Em pêve hatine girêdan.”   AĞAÇTAKİ 'YARA'LAR YAŞANANLARIN ÖZETİ ADETA   Bav Ozkul, li aliyekê li dara li ser gewdeya sê kokên cuda bilind bûyî mêze dike û li aliyekê din jî behsa dara ku di dema qedexeya derketina derve de bûyî hedefa çekên giran dike. Ozkul, dara ku şopên kûr ên guleyan li ser heyî nîşan dide û bal dikişîne ser mezinbûna êrîşan ên li ser Cizîrê. Ozkul ê qirika wî tije dibe, yek bi yek birînên dara girs nîşanî me dide. Ozkul di wê kêliyê de qîrîniya “Heval av” ê siyasetmedarê Kurd Mehmet Yavuzel ê di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dayî tê bîra wî. Dara ku ligel hemû birînên xwe her sal şîntir dibe, gotina Mehmet Tunç a “Me li ber xwe da, bi me şanaz bin” di guhê me carek din deng veda.   'TIŞTA DAR JI BÎR NAKE EMÊ ÇAWAN JI BÎR BIKIN’   Ozkul, da zanîn ku ez 3 salin hîna jî birîna vê darê baş nebûye û wiha pê de çû: “Ev dar birîndare. Xwîn digirî. Birînên wê baş nebûne. Gelo vê darê çi kiribû? Ger ev dar hîna baş nebû be, birînên em dê çawan baş bibe? Tişta ku dar ji bîr neke, emê çawan ji bîr bikin? Heta qiyametê jî emê ji bîr nekin.”    'BILA CUDAKARÎ NEYÊ KIRIN'   Ozkul li hemberî pirsa “Dinava sê salan de, di jiyana we de çi gohertin çêbûn” çavên wî tije rondik dibin û hewl dide xwaziya xwe daqurtine. Ozkul, destnîşan kir ku ew ne neheqin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêmafiya li me hat kirin, emê tu carî ji bîr nekin. Êdî em naxwazin cudarî bikeve dinavbera gelan. Ne pêkane ku tiştên hatin jiyîn ji hafizeya me were jê birin. Tu carî me hevaltiya neheqan nekiriye û em ê nekin jî. Va ye li ber çavên min tim şopên guleyên li dîwarên mala min ketine hene. Emê çawan ji bîr bikin?”