Qeyyûmê ku şaredariyê kir bin deyn dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir 2018-12-14 09:50:02   MÊRDÎN – Qeyyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku bi raporên Sayiştayê derketibû holê ku li dijî mevzûatê tevgeriyaye, piştî ku şaredariyê kiriye binî 900 milyon deynî dest bi firotina mal û milkê şaredariyê kiriye.    Cîgirê Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku di 17’ê mijdara 2016’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wek qeyyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir. Bînayeke 5 qat a şaredariyê ku li taxa Seyîtomer a navçeya Fatîh a Stenbolê ye jî di nav mal û milkê ku derxistiye firotinê de cih digire.    Ji bo bînaya ku beriya niha şaredariyê bi rêya îhaleyê dabû kirê û niha wek navenda rehebîlîtasyonê tê bikaranîn dê di van rojan de îhale bê kirin. Ji bo cihê ku qala wî tê kirin 3 milyon 133 hezar 930 TL fiyet hatiye diyarkirin.    MAL Û MILKÊN LI QOSERÊ JÎ TÊN FIROTIN   Hat hînbûn ku ji bo mal û milkên şaredariyê yên li navçeya Qoserê jî hatiye heman plan hatiye amadekirin. Li gorî fermana ku ji aliyê qeyyûm ve ji beşên eleqedar re hatiye dayîn dê hin û ers û bînayên ku beriya niha biryara restorekirina wan hatine dayîn derkevine firotanê. Balkêşe ku firotina mal û milkên şaredariyê beriya hilbijartinên herêmî pêk tê.    ŞAREDARİYA BÊ DEYN BI 900 MILYONÎ KETIYE BIN DEYN   Li aliyê din qeyyûmê ku bi raporên Sayiştayê derketibû holê ku li dijî mevzûatê tevdigere tenê di salekê de 71 milyon 642 hezar şaredariyê kiriye bin deyn. Tê gotin ku şaredariya beriya qeyyûm qureşek deynê wê tunebû û di qaseya wê de 120 milyon perê wê yê zêde hebû, niha bi qasî 900 milyonî ketiye bin deyn.    Her wiha hat hînbûn ku şaredarî bi 350 milyonî ji Bankeyan Bajaran û bi 550 milyonî jî ji bankayên taybet re deyndar e.