Di niqaşên butçeyê de bêtehamuliya ‘Kurdistan’ê 2018-12-14 09:48:02   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettin Maçîn, li ser mijarê butçeyê axivî di nava axaftina wî de peyva “Kurdistan” derbas bû. Ji ber peyva Kurdistan parlamenterên AKP, ÎYÎ Partî û MHP'ê bertek nîşanî peyva "Kurdistan" da. Di girtekan de jî tîpa ewil a “Kurdistan”ê biçûk nivîsandin.    Niqaşên Lijneya Giştî ya Meclîsê ya der barê butçeya giştî ya 2019'an de berdewam dike. Di niqaşan de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettin Maçin jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser rewşa Kurdistanê. Ji ber ku Maçîn peyva “Kurdistan” di nava axaftina xwe de bilêv kir, parlamenterên AKP, ÎYÎ Partî û MHP'ê bertek nîşanî Maçîn dan. Katipên meclîsê jî di girtekan de tîpa yekem a “Kurdistan”ê bi tîpa biçûk nivîsandin. Maçin, anî ziman ku li Kurdistanê ji ber şer sewalkarî û çandinî bi dawî bûye û bal kişand ser bandora şerê li Kurdistanê û aboriyê. Maçîn wiha got: “Li Kurdistanê ku ez jî lê wekîl im, di 30 salên dawî de ji ber ku bê navber şer heye, 3 hezar û 500 gund vala bûye. Deşt, zozan û mêrgên welatiyan hatine qedexekirin. Welatiyên ku debara xwe bi çotkarî û sawalkariyê dikin êdî nikarin debara xwe bikin." Piştî vê gotina Maçîn, parlamenterên AKP, MHP û ÎYÎ partî bertek nîşanî Maçîn dan.    Parlamenter û Wekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, jî bertek nîşanî AKP, MHP û ÎYÎ Partî da û destnîşan kir ku di nivîsa Osmanî ya Meclîsê de jî qala Kurdistanê dike û wiha got: "Hem navê Kurdistanê di girtekan re derbas dibû. Hem jî li tenişta parlamenterên wê demê navê Kurdistan dihat nivîsandin. Ev mirov di dîrokê de li ser vê axê jiyane û di dîrokê de navê vê erdnîgariyê heye. Di axaftina Birêz Erdogan de jî peyva "Kurdistan" heye.    Wekîlê Serokê Meclîsê Mithat Sancar jî anî ziman ku li gorî rêziknameya meclîsê peyva "Kurdistan" ne sûcê dîsîplînê ye û ne qedexe ye.