Midûrê girtîgehê gef xwar: 'Hîna we 12'ê Îlonê nedîtiye' 2018-12-14 09:16:29 AMED - Hat diyarkirin Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ji girtiyan re gotiye: "Hîn we 12'ê Îlonê nedîtiye."  Li girtîgehên li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan didomin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ku tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye, girtiyên bi rêya telefonê li malbatên xwe geriyan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin û diyarkirin ku midûrê girtîgehê gefan li wan dixwe.     Bûrhan Gîzlenmîş ku bi telefonê bi birayê xwe Agît Gîzlenmîşê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ye axivî, diyar kir ku midûrê girtîgehê ji girtyan re dibêje "Hîn we 12'ê Îlonê nedîtiye" û gefan li wan dixwe. Gîzlenmîş, destnîşan kir ku birayê wî gotiye: "Wexta me telefon nekir, zanibin li vir dîsa îşkence dest pê kiriye."    BERÊ JÎ GEF XWARIBÛN    Berê jî girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê hatibûn îşkencekirin û derbkirin. Heman midûr berê jî gef li girtiyan xwaribû û gotibû: "Em ê xwîna we birijînin. Hûn ê çok bişikînin."