Rojnamevan Parlak ji ber 'lêpirsîneke dubarekirî' 8 meh in girtî ye 2018-12-14 09:14:20 AMED - Rojnamevan Ferhat Parlak ku ji doza berê der barê wî de hatibû vekirin de beraat kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Farqînê bi heman tawanbariyê der barê wî de lêpirsîn vekiribû ji ber vê 8 meh in girtî ye.  Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mucadeleyê ya hat girtin Ferhar Parlak, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Farqînê de hatibû binçavkirin û di 10'ê Nîsana 2018'an de jî hatibû girtin. Parlak, ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê yên di dema qedexeya derketina derve ya 2015'an a li Farqîna Amedê hat tawanbarkirin û zêdetirî 8 meh in girtî ye.    ‘ŞAHID FERHAT NAS NAKIN'    Parêzer Mehdî Ozdemîr der barê vê rewşê de got: "Şahidên nasnameya wan aşkere û yên nepen hene. Ev kes der barê qedexeya derketina derve ya li Farqînê de axivîne. Tê îdiakirin li cihê qedexeya derketina derve lê hatiye îlankirin Ferhat dîmen kişandine û dîmen ji rêxistinê re şandine. Me der barê şahidên nasnameya wan aşkere de lêkolîn kir, di nav wan de kesên doz li wan nehatine vekirin hene. Kesên der barê wan de doz hatine vekirin de jî dibêjin ew Ferhat nas nakin. Lê belê dîsa jî îfadeyên van şahidan ji bo girtinê wekî hincet hatin nîşandan. Îdiayeke, nûçegihanê rêxistinê ye, heye. Kesên nasnameya wan diyar tu teşhîs nekirine, lê belê wekî teşhîs kiribin tê nirxandin."    ‘DOZGER BIRYARA NEŞOPANDINÊ DABÛ'    Ozdemîr, bi brî xist Parlek bi sernavê "Îdiaya li Şaredariya Farqînê nelirêtî" nûçeyek çêkiribû û qeyûm ji ber vê nûçeyê giliyê Parlak kiribû, lê belê dozgeriyê der barê vê yekê de biryara neşopandinê dabî. Ozdemîr, destnîşan kir ku dozger ji bo vê nûçeyê diyar kiribû ku di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ye. Ozdemîr got: "Li gorî agahiyên bi dest me ketine, qeyûmê Farqînê nerihetiya xwe ji dozger re gotiye û ji ber vê dozger bi awayekî din nirxandiye."    ‘PÊKANÎNEKE DUBAREKIRÎ'    Ozdemîr, destnîşan kir ku karta zer a muwekîlê wî heye û got: "Dozgeriyê îdia kir ku Ferhat fealiyetên rêxistinî dike. Lê belê Ferhat berê ji ber heman tawanbariya beraat kiribû. Berê li du dadgehan hat darizandin. Li Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ji ber pirtûkek xwe hat darizandin. Li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê jî pêşî hat girtin, paşê hat berdan û herî dawî jî ji tawanbariya 'endamtiya rêxistinê' beraat kir. Pêvajoya Dozgeriya Farqînê daye destpkirin û pêvajoya Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê teqabulî hevdu dikin. Yanî darizandineke dubarekirî heye. Li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an jî bi heman awayî şahideke nasnameya wî aşkere heye û tawanbarî heman tawanbarî ne. Her du lêpirsîn fealiyetên rojnamevaniyê yên di dema qedexeya derketina derveya li Farqînê di xwe de dihebînin. Ji yekê beraat kir û ji ya dudoyan jî 8 meh e girtî ye û li bendê ye derkeve pêşberî dadger."    Ozdemîr, anî ziman ku wan hevdîtin bi dozger re çêkiriye, lê belê hatiye gotin lêkolîn didomin û ji ber dosye nehatiye temamkirin amadekariyên ji bo îdianameyê hîn didomin.