Li Wanê 11 kesên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin 2018-12-14 08:38:01   WAN - Li Wanê, 11 kesên li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê, di serdegirtina avahiya HDP'ê ya di saetên serê sibê de hatin binçavkirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, dest pê kir, di roja 37'an de berdewam dike. Li  Wanê bi armanca xwedî derketina çalakiya Guven koma 4'emîn greva birçîbûnê dewr girtibûn. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya HDP'ê ya Bajêr de girtin û 11 kes greva birçîbûnê dewr girtibûn, binçav kirin.    11 kesên dinava wan de Hevşaredara Artemêt Rojbîn Sevîl Çetîn jî heye, birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.