2 deriyên Bendava Kral Kizi teqiyan: Şêniyên Geliyê Dîcle malên xwe terk kirin 2018-12-14 07:04:23 AMED – Şevê din 2 deriyên Bendava Kral Kizi ya Gêlê teqiya û gelek gundên jêra bendavê ketin bin talûkeyek mezin. Piştî ava geliyê Dîcle zêde bû gelek welatiyan malên xwe terk kirin.   Şevê din li navçeya Gêlê ya Amedê 2 deriyên bendava Kral Kizi teqiyan. Piştî deriyê bendavê teqiyan, ava çem zêde bû û gundên jêra bendavê ketin bin talûkeyek mezin. Piştî deriyê bendavê Kral Kizi teqiya ava Çemê Dîcleyê zede bû û gelek gundên li dora çemê Dîcleyê ketin bin talûkeyek mezin. Welatiyên gundên herêmê diyar kirin ku pêlên ava çem zêde dibe û jiyana wan di bin xetereyê de ye. Piştî rayedaran hişyarî kir, welatiyên gundên girêdayî navçeyên Gêl, Yenîşehîr, Sûr, Bismil û Çinarê yên li ser rûbar û geliyê Dîcleyê xaniyên xwe terk kirin. Welatiyên li taxa Ferît Koşkê xaniyê xwe terk kirin û derketin kolanan. Welatiyên xaniyên xwe terk kirin li şeva xwe li kolanan li ber agir derbas kirin. Welatiyan li kolanan agir pêxist û xwe li ber agir germ kirin. Kargeriyen ku li tenişta Pira 10 derî jî piştî hişyariyê mase û sandelyeyên xwe rakirin.    Piştî ava Geliye Dîcleyê zêde bû, piraniya baxçeyê Hewselê di bin avê de ma.